PYD endamê nivîsgeha têkiliyên giştî yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê Riyad Ehmed îro Çarşemê 21-11-2018 li Qamişlo Serbest berda.
Fadî Mirʹî serokê nivîsgeha têkiliyên giştî yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ji malpera Hevbendiyê re nûçeya serbest berdana Riyad Ehmed piştrast kir.
Mirʹî diyar kir ku piştî 5 heyvan ji binçavkirinê PYD hevalê me serbest berda, “em bi hêvîne ku hemû girtiyên siyasî ji zindanan serbest bêne berdan û doseya binçavkirina siyasî bê girtin”.
Tê zanîn ku Riyad Ehmed di 20-6-2018 li gel Ehmed Ibrahîm û Mîlad Delî ji hêla PYD ve hatibû binçavkirin.
jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî