Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, di rapora xwe ya dawîyê, ya duh çarşemê derktî de, kuştina 3364 sivîlan di nav de 842 zarok û 747 jin li seranserî sûriyê di sala borî de diyar kir, û Torê binçavkirina kotekî ji 4671 kesî re, 224 zarok û 205 jin di nav wan de hene serjimêr kiriye, û got ku bêtirê kuştiyan li ser destê rêjîma Esed in.
Û Tora Mafnasî zelal kir ku hêzên rêjîmê û milîsên Îranî 1497 sivîl kuştine, 371 zarok, 333 jin, şeş kadroyên raghandinê, 14 kadroyên bijîşkî û sê kes ji endamên bervaniya sivîl di nav wan de hene, û diyar kir ku 275 kesan di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dan.
Û Torê bal kişand ser ku 452 sivîl yên 112 zarok, 119 jin, 2 kadroyên ragihandinê, 6 kadroyên bijîşkî û 9 endamên bervaniya sivîl di nav wan de hene, li ser destê hêzên Rûsîya hatine kuştin, û 68 sivîl ku 20 zarok,17 jin û kadroyekî bijîşkî di nav wan de hene, bi destê hêza hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Emrîka hatine kuştin.
Û Torê di rapora xwe de anî ziman ku 164 yên 50 zarok, 32 jin, 13 kes di bin îşkencê de di nav wan de hene, li ser destê milîsên PYDê hatine kuştin, û rêxistina Daişê berpisyara kuştina 94 sivîlan e, 11 zarok û 8 jin di nav wan de hene.
Û Torê got ku 45 sivîl, 6 zarok û 4 jin û kadroyekî ragihandinê û kadroyekî bijîşkî û 4 kes dibin îşkencê de di nav wan de hene, li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatine kuştin, û ji hêla togeyên leşkerî yên nenas, 21 sivîl , 8 zarok, 4 jin û 4 kes ji encama îşkencê hatin kuştin di nav wan de hene.
Û Torê di rapora xwe de got ku 1019 sivîl, 264 zarok, 230 jin, 4 kadroyên raghandinê, 4 kadroyên bijîşkî, 4 kes ji tîmên berevana sivêl û 6 dibin îşkencê de di nav wan de hene, ji hêla aliyên nediyar ve hatine kuştin.
Û Torê 109 bûyerên komkujî tomar kirin, têde rêjîma Esed û milîsên Iranî berpisyarên 43 komkujiyan bûn, û Rûsiya di ber 22 komkujiyan de berpsyar bû, û milîsên PYD di ber 6 komkujiyan de û hêzên Hevpeymana Navdewletî di ber 3 yan de berpirsyar in, û 35 komkujî bi destê aliyên nenas hatin pêkanîn.
Û raporê tekez kir ku 2797 kes di nav de 113 zarok û 25 jin ji hêla rêjîma Esed ve hatine binçavkirin, û rêxistina Daişê 64 kes yên 2 zarok û jinek di nav wan de hene binçav kirin, û milîsên PYD 1102 kes, 81 zarok û 56 jin di nav wan de hene binçav kirin, û rêxistina Heyiet Tehrîr Elşam 303 kes yên 8 zarok û 4 jin di nav wan de hene binçav kirin, û aliyin leşkerî yên nenas 405 kesên 20 zarok û 19 jin di nav wan hene girtin.
Herweha Tora Mirovahî di rapora xwe de daxwaza rakirina doseya Sûrîyê bo Dadgeha Tewnan ya Navnetî kir, û xwest ku hemû aliyên destê wan di tewanên cengê de hene, tevî rêjîma Rûsîya ya ku beşdarî tewanên cengê li Sûrîyê bûye, bêne sizadan, û ji Encûmana navdewletî daxwaza biryareke taybet bo qedexekirina bikaranîna çekên goşeyî wek biryara qedexekirina çekên kîmawî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî