Li gor toreya Sûrî ya Mafê Mirovan, bêtir ji 26 navendên jîdarî di Çileyê Paşî de li hemû erdên Sûrî li ser destê hêzên rejîma Esed hatin armanckirin, hêzên Esed 6 sûk , 5 dibistan, 6 mizgeft, 3 navendên tendirustî, 3 embulans ên Berevaniya Sivîl, 2 navendên zankoyan, û kargehek dermanan armanc kirin.
Wê toreyê pêwistiya cîbicîkirina Encumena Ewlehiyê ji hin pêrabûnan bo rejîma Esed mecbûr bikin ku biryara 2139 a di 22 Sibata 2014an dreçûbû pêk bînin tekez kir, ku tê de hatiye ” Danîna sînorekî bo bikaranîna tewş ji çekan û bumbebarankirina topan û êrîşên azmanî re li deverên xelk tê de hene re, mîna bikaranîna bumbeyên bermîlan”.
Toreyê xwest ku Encumen zextê li ser rejîmê bike bo ji kêmanî armanckirina navendên komgehên jîdarî mîna dibistan, nexweşxane, sûk, nanpêjgeh, û navendên olî raweste.
Toreyê tekez kir ku ew navendên dibin armanc ji hêzên Esed û milîşiyên hevalbendên wî re, bi tekûzî navendin sivîl in, tu pêjnin leşkerî çi endamin çekdar bin, yan embarin çekan bin berî û piştî êrîşê tune ne.
Toreya Mafê Mirovan diyar kir ku êrîşên li ser navendên jîdarî hatine belgekirin, yên herî kêm in, ji ber dijwariya gihiştina hemû cihên armanckirî.
Jêder:Hevbendî