Xwedanên Dikanan li Navçeya Pîşesaziyê li bajarê Eferînê, dikanên xwe girtin ji bo pirotestokirina operasiyona girtina xortan ya li Efrînê dest pê kiriye, ji bo wan bişînin leşkeriya neçar di leşkergehên Yekîniyên Parastinê yên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat ve.
Çalakvanan anîn ziman ko hêzeke çekdar ya PYD têwirdana çend dikanan kirin û çend xort girtin, vê yekê xwedanên dikanan hêrs kir û dikanên xwe girtin ko hejmara wan 450 dikan in û li pêşiya komîta pîşesaziyê (komîn) ya bi ser PYD ve li navçeya Pîşesaziyê kom bûn. Ev girtin red kirin û daxwaz kirin ko yekser hemû xortan berdin û wan neşînin şer.
Di heman mijarê de çekdarên PYD doh têwirdana çend malan li taxa Qedûr Beg kirin û fîşrk bi jor ve di ser serê xortên reviyayî û dêyên wan re berdan, çimkî dayikan êrîş dane çekdaran û radestkirina zarokên xwe red kirine.
Tê zanîn ko ev tundtirîn û mezintirîn operasiyonên ku PYD pê radibe ne, li hemû herêmên Kurdî, û di meha çileyê pêşî sala 2016 bi sedan xort ji hemû herêman ji Efrînê, Kobanî û heta bi Dêrikê girtine.
Jêder: Yekîtî Mîdya