Derbarê gera pêncemîn ya danûstandinên cinêvê, ya ku bi helawîstina Encumana Niştimanî Ya Kurd ji beşdarbûna xwe re di civînên Desteya Bilind Ya Daûstandinan de bidawî bû, û pêşketin û asoyên çareseriya rewşa Sûrî bi giştî û kêşeya kurdî bi taybetî, û çalakiyên dîblomasî yên ENKS di riya hevdîtinên li Oropa û Amerîka, û berdewamiya PYD di kiryarên xwe yên tundûtûjiyê de.
Ji bo van mijaran tevan beşê kurdî di nivîseha raihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya sûriyê, ev dîdara taybet bi nivîskar û siyasetmedarê Kurd Can Kurd re pêk anî.
Tu çi dibêjî li ser gotina ku tê gotin “ti çakbînî di Jinêvê de tune ye”?
Di destpêkê de ez dilovaniyê ji pakrewan Qazî Muhemed re dixwazim di bîranîna bidarvekirina wî ya di 31/3 de bû, û ez ji tevaya têkoşerên gelê me dixwazim ku temînî û şîretên wî yên nemir û giranbuha bi hûrbînî bixwînin, û ez ji xwedayê mezin dixwazim ku cihê wî buhuşta berîn be.
Bi rastî ez ji destpêka xelekên zincîra Jinêv de ne çakbîn bûm, ji ber ku Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî ew hêza pêwîst ya tê xwestin nedayê, da bibe bingehek ji danûstandinên siyasî yên Sûrî-Sûrî re, û ez nebawer bûm ku bi ser bikeve , ji ber helwêsta Rûsî ya hişk, ya ku mafê Vîto ji bo hemî biryarên ku ji bo Sûriya hatin standin bikar anî, û tevî yên piştî bikaranîna çekên Kîmawî li dijî gelê Sûriyê jî, û wê piştgirya xwe ya leşkerî ji bo Rêjîmê li dijî Rikberiyê zêdetir kir, ezê çawa karibim hevsengiyê têxim nav tiştên ku li Jinêv dibin yên ku tenê gotin in, û tiştê ku li ser erda Sûrî bi tawan û wêrankirinê dibin. û tevî ku ne pêşbînkirî ye ku tu sûde ji van kongiran bê wergirtin, lê piraniya pisporan dibînin ku çareseriya kêşeya Sûriyê di danûstandinên cidî û rastî de ye, û ne di karê leşkerî yê tund yê li ser erdê dibe de ye, û divê Kurd jî di van danûstandinan de beşdar bin. yan jî divê Esed û hevalbendên xwe piştî hemî tiştên ku bûne ji ber xwe ve dest ji desthilatê berdin, û ev yek dûre, ji ber wilo divê lihevkirineke aştiyane li Jinêv yan jî li Encûmena Ewlekariyê çêbibe, eger Rûsî gihan wê baweriyê ku divê vê arîşeyê bi Emerîkiyan û Civaka Navdewletî re bidawî bikin
Gelo tu çawa li helawîstina nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji beşdarbûna xwe re di gera niha ya danûstandinên Jinêvê de dinere?
Helawîstina beşdariyê di gera guftûgoyan de nayê wateya vekişîna ji danûstandinan yan ji hevbendiyê, û di nerîna min de eger kongirê Jinêvê tiştek ji gelê Sûriyê re qezenc kiriba wê Encûmenê biryara helawîstina beşdariya xwe di rûniştinên wê de nestendiba, di nerîna partiyên kurdî yên Sûrî de, têkiliyek xurt di nav kêşeya kurdî û ya Sûrî bi giştî de heye, û ev helawîstin sedemeke wê ya giring heye, û ew jî ew e ku hin ji serkirdeyên rikberiya niştimanî ya demoqratî Sûrî, di Hevbendiyê de ku Encûmana Kurdî jî beşek jê ye, û hin dervî wê jî, herûher kurdan bi cudaxwazî û “peywendiya bi Israîl re” tawanbar dikin, û daxwazên gelê Kurd yên bingehîn red dikin, û hebûna Kurdan di nav rêzên rikberiyê de piştguh dikin , û ev yek ji ber hin fişarên herîmî ne, û dibe ku sedemên wan bêne fêmkirin, lê di hin daxuyaniyên metirsîdar de dengê regezperestiyê tê bihîstin, wek mînak: hin ji wan daxwaza fîdraliyê wek pilaneke Israîlî dijî Sûriya û Rikberiyê dibînin, û ev yek nayê pejirandin, û gelê kurd ji nûnerên xwe yên siyasî dixwaze ku der barê van tawanbarkirinan karvedanekê bidin xuyakirin, lê divê hevkarî û hevbeşî di navbera sûriyan de hebe.
Duh balyoza Emerîka li Netewên Yekbûyî “Nîkî Hîlî” got ku mijara koçkirina Esed nema pêşinde ye li rex Emerîkayê, gelo ev tê wê wateyê ku Emerîka elternatîv jêre nedîtiye, piştî bi hezarên kuştî û birîndar û koçberan?
Siyaseta Emerîkayê der barê Sûriyê di serdema Obama de şaş bû, û hîna jî gelê Sûrî tu guhertin di wê siyasetê de di serdema Tramp de nedîtiye, û bi taybetî ku balyoza Emerîka li Netewên Yekbûyî daxuyanî daye ku hilanîna Esed nema pêşinde ye li rex welatê wê, lê destêwerdana Emerîkî ya leşkerî di bakurê Sûriya de, û xurtkirina hebûna wê bi şêweyekî berdewam, nîşan in ku rêveberiya Tramp bi rastî dirame ku DAIŞê têk bibe, DAIŞ a ku bihaneya bingehîn e ji Esed re, û wê ji civaka navdewletî re pêşkêş dike û dide xuyakirin ku ew ji bo wê alîkariya Îran û Hizbelah û kesên tayfeperest dixwaze û dibêje ku ew”di cengekê dijî terorê de ye”, û Waşinton birastî dixwaze hebûna Îranî di Sûriyê de rawestîne, û ev tê wê wateyê ku dixwaze hêzên Esed li ser erdê lawaz bike, û jêderên bingehîn yên darayî û kesên kirêkirî ji ser rawestîne, lê der barê kesê berdêl jêre, ew ya herî hêsan e, eger siyasetek cedî û tund û vebir der barê Rêjîma niha hebe.
Gelo çi rastiya wê gotinê heye, ya ku dibêje şewitandina baskên leşkerî yên Partiya Yekîtiya Demoqrat ji ofîsên Encûmena Niştimanî ya kurdî re ji ber hevdîtinên Encûmanê bi alî û dewletên Oropî û Emerîka re bû, di dema ku PYDê nikarîbû wan têkiliyên doplomasî bike?
Na, ne Encûman û ne jî PYDê serkeftinên berbiçav li ser asta têkiliyên navdewletî pêk neanîne, û ev agahî li gor zanyariyên me yên tekezkirî ne. tevlî rêzgirtina me ya mezin ji her kesê ku karibe di vî warî de tiştekî baş bike, û tevlî seredana vê dawiyê ya şanda Encûman ya bi serokatiya Birahî Biro bo Waşintonê, ji ber ku nûnertiyeke hevbeş ji kurdan re divê, ku herdû aliyan û hin aliyên derve wan jî û hejmareke berfireh ji rewşenbîr û çalakvan û hunermend û xort û serbixweyan li xwe bigre. Û baskê leşkerî yê PYDê her weha bazên wê û rêxistinên wan yên tenê bi nav in, ti karî nakin bêyî biryareke zelal ji wê partiyê û her weha ji Qendîlê yan ji deverin din ji yên wan kontirol dikin, û PYDê hewl dide ku xwe ji van reftarên tewankarî yên têkçûyî bêguneh bike, ji ber ku ev kar dîrokek wan ya naskirî û dûdirêj heye, û heye ku ev partî dikeve wê xewnê de ku Emerîka bi piştgiriya xwe ya leşkerî ji wan re wê peywendiyên xwe yên siyasî jî pêşde bibe, û Emerîka guh nade şêweyê karê wê partiyê bi rikberên wê re, ev tê wê wateyê ku kesên di vê partiyê de xwe çakbîn dibînin, dîroka danûstandina Emerîkayê bi partî û hêzên siyasî û leşkerî re li dewletên hawîrdora Vêtnamê dema cenga wan ya li wê deverê ne xwendine, û ez ne bawer im ku Emerîkî wê siyaseta xwe biguherin ji bo ku biguncînin bi siyaseta partiyekê re ku li ser bineha komonîzmê ava bûye, lê ya ku wê siyaseta xwe biguhere wê ev partî bi xwe be û ne partiyek dîtir.
Gelo te çima di gotareke xwe de gotibû kesên aliyekî digirin û kumê lîbraliyet û hevsengiyê li xwe kirine, metirsiya wan li ser gelê me zêdetir e ji yên ku tawanên cengê li dijî Kurdan pêk anîne?
Ez bi xwe ji wan kesên ku berî her kesî daxwaza lidarxistina kongireyê Niştimanî Kurdistanî di sala 1989 de kirye, û min beşdarî di gelek kongiran de kiriye ji bo hevrêziyê bi rikberên Sûrî yên dijî rêjîma Esed re, ji berî ku Şoreşên buhara Erebî dest pê bikin, ji ber ku ez bi hevrêziya di nav hemi pêkhateyên Sûrî û aliyên netewî û dînî re me, û ez hîna berdewam im di daxwaza xwe de ya ji bo yekîtiya rasteqîne ya gelê Kurd, di riya berpirsyariya min ya wek axêverekî ragihêner ji Encûmena Niştimanî ya Kurdistanî- Sûriya re, lê ev nayê wê wateyê ku ez bêdeng rawestim derbarê kar û siyasatên partiyekê ji partiyên Kurdî yan jî Sûrî, ez vê yekê dibînim şaş û bêberhem, lê hin kes ji akadîmî û rewşenbîran hene bûne alîgir ji hin aliyan re ku her kes zane siyasetên wan nakevin xizmeta bercewendia gelê me de, lê dema ku tu daxwaza redkirina van kiryaran û xuyakirina helwîsata wan ji wan dikî, tu dibînî behsa lîbraliyetê dikin, û daxwaza bêdengiyê li ser van şaşîtiyên mezin û metirsîdar ji te dikin, û ev kes in yên ku min behsa wan di gotar û helwêstên xwe de kiribû, û kesê gotina rast zanibe û nebêje ew şeytanek lal e.
Di nerîna te de êrîşa Partiya Karkerên Kurdistanê li ser baregehên pêşmerge, bi fermanek yekser ji Îranê bû ya ku hewl dide navçeya Şenalê bike wek kerîdorekê ji milîşyayên xwe re ji bo piştgiriya Esed?
Partiya Karkerên Kurdistanê nema ya karkeran e, û nema Kurdistanî ye, ne di binyata xwe ya rêxistinî de ya ku ne guncayî ye bi tevgerên karkeran yên li tevaya cîhanê re, û ne jî li gor edebiyatên wê yên siyasî yên navdar û karên wê yên li ser erdê, û ew partiyeke ku hebûna rikberan ji siyaseta xwe re napejirîne, û tê zanîn ku wê yek ji giringtirîn tevgerên rizgarîxwaz yên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê ya bi navê (Kok) bi hêza çekan tune kir, her weha êrîşên wê yên li ser rêxistinên Kurdî yên corbecor li bakurê Kurdistanê, û siyaseta wê li rojhilat û rojavayê Kurdistanê ne kêmî ya wê ya li bakurê Kurdistanê bû, lê derbarê başûrê Kurdistanê helwêsta wê ya ji Partiya Demoqrata Kurdistanê ya ku nayê guhertin heye, ev partiya ku yekemîn rêxistina Kurdistanî bû ya ku rêkeftinek hevrêzî û hevkariya netewî pêre emza kiribû, lê ew li wê rêkeftinê xwedî derneket û xwe jê da paş, ji ber serokê wan li Sûriya û Libnanê bû û ew di bin destê serokê Sûriyê yê çûyî Hafiz Elesed de bû, û vê dawiyê ev partî ket bin cibe û eba Melayên Îranê de, û bi taybetî piştî girtin û binçavkirina birêz Ocelan û piştî zalbûna kesên Elewiyan û serokatiya partiya wî ket destên wan de, yên ku rêveberiya şer û pevçûna deverê xistin destê Qasim Sûleymanî de, ew in yên ku siyaseta dijîtî yan jî hevpeymaniyê bi hêzên siyasî yên li herêma Kurdistana Iraqê re pêk tînin, û tê zanîn ku hin partî li herêma Kurdistanê di bin ala “Xumeynî” de ne, û beşdariyê di siyasatên corbecor yên derbarê pêşmerge û rêveberiya herêmê û serokê wê birêz Mesûd Berzanî de bi partiya birêz Ocelan re dikin, tevî ku serok Berzanî hewl dide ku tu carî kesek kurd neyê kuştin, û bi berdewam hewla pêkanîna aşîtiyê di navbera Hikûmeta Turkiyê û Partiya birêz Ocelan de dide, û karên wî yên ji bo pêkanîna hevkariyê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demoqrat de Karin xuyayî û cihê spasiyê ne, her weha şandina wî ji pêşmergan re ji bo piştgiriya “Girîla” li Kobanê, gerek destpêka hevkariyeke berdewam ba, û wek ku bav û kalên me gotine ” Qencî qenciyê nas dike”.
Îran hewl dide ku xewna xwe ya ji bo avakirina “Hîlala Şîî Ya Kesk” pêk bîne, ew niha li navçeyên kesk li Iraq û Sûriyê û bi alî Libnanê de diçin digere, û Kurdistan deverek mezin ji van navçeyan e, lê hebûna pêşmergeyan li van navçeyan û amadebûna wan ji bo derbasbûna rojavayê kurdistanê aloziyê dixe pêşya van hewlên ku Faris dikin, ji ber vê yekê peywendiyek mezin di navbera êrîşên “Girîla”yên Partiya Karkerên Kurdistanê li ser pêşmere û hewlên Îranê yên ji bo firehkirina berê xwe heye, û daxuyaniyên serkirdeyên vê Partiyê yên vê dawiyê nîşana vê yekê ne.
Di nerîna te de çima ew newekheviya beloq di vegotin û daxuyaniyên hemî serkirdeyên Partiya Karkerên Kurdistanê de heye?
Ev cudahiya di vegotinê de sedema wê ew e şaşîtiya di têkiliya serokê partiyê “ramangîrê bêhempa” bi rêjîma Esed ya hevpeyman bi Îranê re ye, û ev yek di dema şerê di navbera Iraq û Îranê de hat xuyakirin, û Îran ji berê de û ta niha jî şopandina siyasetna li ser kesên peyrewên xwe ferz dike, dibe ku ne di bercewendiya kesên ku di heman rêzê de dimeşin de bin, û em bi giştî vê newekheviyê di ramanên birêz Ocelan de dibînin, ji ber ku gotinên wî yên berî û piştî girtin û binçavkirina wî li Kînya ne wek hev in, çi der barê dewleta Tirkî û Atatork de be, an jî der barê Komonîstiya navdewletî de , her weha derbarê olê û mafên gelê Kurd û tevgera niştimanî ya kurdî de, û kesên ku daxuyaniyên peyrewên wî yên nêzîk, wek Cemîl Bayiq, Mustefa Qereso, Dewran Qalqan û Murad Qereylan dişopînin, dibînin ku çiqas cudahî di rêberiya “Qendîlê” de der barê mijarên giring de, wek peywendiya bi dewleta Turkî re, bi Kurdistana Iraqê re, û her weha babetên girêdayî bi Kurdistanê re heye, û der barê vê neberheviya di fikr û ramanê Ocelan de pirtûkek min ya ne weşandî heye, lê ew wek PDF di bin navûnîşanê “Çareserkirinek cedî ji Ocelaniyetê re- Helwestên berovajî hev û destberdana ji helwestan” de, di enternêtê de heye dibe ku bersiva vê pirsa we ya giring têde hebe. https://www.dropbox.com/s/xg2mufd03f5qjer/Cankurd-PKK-2014-1%20.pdf?dl=0
Di nerîna te de wê kurdên Sûriyê sûdê ji ezmûna peywendiya kurdên Iraqê bi rikberiya Îraqê re wergirin? Yan jî gotinên ortaxên wan yên xweş û rêkeftinên devikî wê bihêlin ku ew rojekê ji rojan poşman bibin li ser van helwêstên xwe?
Kurd li ku bin wek hev in û armancek wan a netewî û hevbeş heye, lê ew li Sûriyê xwe dibînin xwedî hêz û helwêsteke lawaztir, û ew jî bi sedema hejmara wan li welatê Sûriyê ye, ji ber vê yekê ew hewl didin ku alîkarî û karînên xwe pêşkêşî birayên xwe yên kurd li parçên din bikin, û ji destpêka şoreşa Eylûlê di sala 1957an de ya bi serokatiya Berzaniyê nemir, kurdên Sûriyê dîtin ku ew şoreşa wan e jî, û tişta ku ji dest wan derdiket ji wê şoreşê re pêşkêş dikirin, û serokê wê şoreşê wek “lêvegerek netewî” ji xwe re pejirandin, û dema ku PKK li bakurê Kurdistanê serî hilda, wan bi hezaran xort û qîz pêşkêş kirin, û malbateke kurd ya Sûrî tuneye ku alîkarî bi xwuşk û birayên xwe re nekirbe di dema ku ew hewceyî wan bûne, çi di hundirê welat de be yan jî dervî be, û îro jî ev yek berçav e û tevgera niştimanî ya kurdî piştgirya vî tiştî dike, lê ji bo biserketina tevgera wan ya siyasî- rewşenbîrî li Sûriyê, pêwîst e ku ew yekîtiya xwe ya niştimanî pêk bînin, û li hev bikin li ser hevbeştirîn mafên gelê kurd û berî her tiştî divê hêzên xwe yên leşkerî bikin yek, û baweriya wan bi kesên li dora wan heta dawiyê neyê, ji ber ku di dîroka wan de gelek ezmûn hene û divê ew sûdê ji wan wergirin, û tekez ezmûna birayên me yên kurd li parçên din û di nav de herêma başûrê kurdistanê û pisporiya wan ya siyasî pir bi sûde ye, ji ber vê yekê divê dema ku li ser çi helwêsteke siyasî guftûgoyê bikin li wê ezmûn û pisporiya wan vegerin, û bi taybetî dema ku rêkeftinan bi hêzên ne kurdî re pêk bînin.
Ez di riya vê hevpeyvînê re daxwaza çêkirina “nûnertiyeke kurdî ya hevbeş” dikim, ku nûnertiya wan di kongireyên cîhanî de bike, her weha ez daxwaza avakirina hêzeke bergirî ya hevbeş ji bo gelê kurd dikim, ku bi şêweyekî serbixwe hevpeyman bin bi hêzên Sûrî yên niştimanî dîmoqratî re, her weha ku peywendiyên mukumtir bi rêxistinên navdewletî re ava bikin, û demoqrasiyek bi rastî û berdewam ji tevgera siyasî- rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê çêbibe….. bi gengeşe û aşîtî û biratiyê dibe ku tişta herî baş ji tevaya gelê deverê re pêk were.
Ez spasya we dikim li ser baweriya we û dana vê derfetê ji bo pêşkêşkirina nerîna me.