Derbarê karê Komîta Peywendiyên Derve ya Encumana Niştimanî Ya Kurd, û goftûgoyên Asîtanayê, û giringtirîn hevdîtinên ENKSê di vê dema dawî de. Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûrî, ev dîdara taybet bi endamê komîta peywendiyên derve ya ENKSê û sikretêrê Partiya Yekîtî Ya Demoqrat a Kurdistanî (Alwehda), D. Kamîran Hac Abdo re pêk anî.
Gelo xuyatirîn erêniyên “maseya girover” ya ku nûnerîtiya ENKS ya Oropayê li bajarê Boxom yê Almanî di dawiya heyva bûrî de çêkiribû çi bûn?
Peywendiyên bi beşên corbecor ji civakê re, bi taybetî bi rewşenbîr û nivîskaran re, giringiyek wê ya taybet heye, ji bo sûdedîtina ji nerîn û rexne û pêşinyarên wan, da ew jî di biryara siyasî de beşdar bibin, û Encûmen ev kar ji berê de kiriye û dike ji bo vê armancê, lewra em dibînin ku ew gav pir erênî ye, em hêviya berdewamiyê jêre dikin, da em yekrêz bin ji bo xizmeta kêşeya me ya niştimanî Sûrî û netewî Kurdî.
Gelo Encûmena Niştimanî ya Kurd kare di qonaxa bê de berî bestina gereke nû ya Jinêvê çi bike? û şanda Kurdî di ku de biser neketiye, û çi sûde ji wê serborê wergirtiye?
Em Karin bêjin ku beşdarbûna Encûmena Niştimanî Kurdî di gera bê ya danûstandinên Jinêvê de hatiye tekezkirin, û ew pir pêwîst e, ji ber ku ev gera bê ya Jinêvê wê giringtir be ji yên berî xwe, ji ber piştî rawestana karên çekdarî ye, ew rawestana ta radeyek bilind ji 30 heyva çilê pêşî yê 2016an de pêk hatiye, û her weha ji ber rêkeftina sêqolî di nav Rûsya û Îran û Turkiyê de, rê li pêşya danûstandinên Asîtanayê xweş kiribûn, û di encamê de girûpên çekdar yên çareseriya siyasî pejirandine, û yên din ên terrorist, ji hev hatin veqetandin.
Di nerîna te de wê beşdariya ENKSê di Jinêvê de vê carê kartêkertir be ji beşdariya wê ya di Esîtanayê de?
Ev tiştekî bê guman e, û wê danûstandin di vê gera Jinêvê de li ser babetên siyasî be, wek desthilatdariya veguhêz, û bendên destûrê, û her weha helbijartin. Û li vê de rola me wek Encûmena Niştimanî ya Kurd tê, ji ber ku me ji destpêkê de baweriya xwe bi çareseriya siyasî tenê aniye, û me dîtiye ku bidawîkirina sitemkarî û terosîstiyê divê bibe encamek ji yên danûstandinan, da kar bê kirin ji bo avakirina dewleta demoqrat û libral ku li gor firenetewî û pir-rengiya olî ya Sûrî be, dewleteke baweriya wê bi azadî û wekheviya hemî aliyan bê, çi ser asta kesayetî yan jî komelayetî be, dewleteke ku hevgirtina Sûriyayê wek welat û gel li ser binyadin nû vegerîne, û em bawer in ku fedralî çêtirîn bijarde ye, dûrî zalbûna ramanekê yan rengekî bi tena xwe, dûrî dema bindestî û bêparkirin û çewisandinê.
Gelo nerîneke Encûmen derbarê çarenûsa rewşa deverên Kurdî heye? Û çi pîlan ji hêla Encûmenê ve jêre hatine danîn, û bi taybetî ku îsal li gor tê xuyakirin wê sala guhertinên mezin be li hundirê Sûriyê?
Deverên Kurdî li Sûriyê ji aliyê dîrokî û ciyografî û çandê ve devereke hevgirtî ye, û taybetiyeke wê ya netewî heye – tevlî rêzgirtina taybetmendiyên pêkhateyên din yên li deverê – û ew parçak ji kurdistanê ye, ya bêyî viyana gelê Kurd û bê berçavgirtina hevparên me yên Ereb jî bi ser Sûriyayê ve hat vekirin, wek dewletek nû çêbûyî piştî şerê cîhanê yê yekemîn, lewra divê em van rastiyên dîrokî û ciyografî yên Sûrî li ber çav bigirin, da em karibin dewletekê li gor van rastiyan ava bikin, dewletek ku tevaya pêkhateyên wê di bin siya rêvebiriyekê de bijîn, ya baweriya wê bi wekhevî û piralîbûn û hevkariyê tê. Û em wek ENKS, em bawer in ku divê ev dabeşkirinên rêvebirina parêzgehan careke din bên vekolînkirin û guhertin, da deverên Kurdî li parêzgehên Hesekê û Reqa û Helebê bibin yekîneyek rêvebirinê ji aliyê siyasî ve, di dewleta Sûrî ya fedral de.
Gelo ji ber ku Encûman di ektîvkirina xwecihiyên xwe de li hundir têkçû, nûnertiya Oropa daxwaza avakirina şaxê xwe yê NRW kir, û yekemîn xwecihiya xwe li Osnabrok pêk anî?
Di virde ez ne bi nerîna te re me, ji ber ku Encûmena Niştimanî ya kurd û tevlî hemî karên dijî wê dibin, bi girtin û sirgûnkirin û serkutkirinê ji aliyê desthilatên PYDê ve, hîn çalakiyên xwe yên siyasî û cemawerî û rêxistinî li ser xaka welat li gor karînên xwe yên heyî berdewam dike, û ew xwedan bingeheke cemawerî ya berfireh e, ji Çemê Dijlê ji rojhilat ve ta bi Deşta Hemqê li rojava, û em dikarin bêjin ku hejmara lanyingirên ti beşê rikberiya siyasî bi qasî hejmaea layingirên ENKSê yên li hundir mane tine ye. Û ew karên ENKSê yên li Oropayê jî wek temamkirinekê ji çalakiyên hundir re ne, û vedengek e ji wê siyaset û rêbazê re.
Ji bilî şîn û şahiyên taybet, rewşa kurdên Sûriyê gihiştiye astekê ku ew konên şehîdên xwe li dewletên Oropayê vedigrin, ev nayê wê wateyê ku daxwazên Encûmenê wê di siberojê de tenê bimîne daxwazkirina mafê vegerê wek Filestîniyan?
Ev bi rastî bobelateke bi serê tevaya gelê Sûriyê de yê ku bi arê stemkarî û terorîstiyê şewitîye hatiye, û bê guman em wek Opozîsyona Sûrî, emê kar ji bo xweşkirina riya vegerê di danûstandinên xwe yên bên de bikin, di riya çareseriyek siyasî re, ji bo afirandina etmosfêrên baş ji vegera gelê me re, da welatê xwe ava bike.
Hûn wek komîta peywendiyên derve ya Encûman, di hevdîtina we ya bi serokê Ofîsa Sûriya Û Libnanê û cîgirê rêvebirê Ofîsa Rojhilata Navîn di avahiya wezareta derve ya Turkiyê de, we behsa çi kir?
Turkiya dewletek cîrana Sûriyê ye, ji lewra divê hevdîtin îro û sibe jî hebin wek du cîranan, di heman dema ku herdû alî rêz û hirmetê ji taybetmendiyên hev re bigrin, bêyî destêwerdana di karên hev de, em wek ENKSê dixwazin Turkiya rastiya hebûna Kurdan a dîrokî li ser sînorê xwe yê başûr bipejirîne, û danûstandinek erênî bi gelê Kurd û kêşeya wî ya rewa re bike, û em di hemî hevdîtinên xwe yên bi aliyê Turkî re de bizavê di ber vê de dikin.
Giringtirîn encamên hevdîtina nûnertiya ENKSê di nîvê heyva bûrî de bi berpirsê doseya Sûriyê Edriyan Polman û rawêjkar Nîna Hûrî li wezareta karûbarê derve ya Almanî çi bûn? Û gelo aliyê Almanî tu pêşinyarên wî li ser reşnivîsa Encûmen hebûn?
Ev hevdîtin ji hêla hin hevalên me yên nûnertiya Oropayê hat kirin, di çarçova zincîreke hevdîtinan de ku Encûman pêk tîne, û bi taybetî ofîsa wî ya peywendiyên derve, ji bo gihandina nerîna me ya siyasî wek aliyekî bawriya wî bi çareseriya siyasî tê, û xebatê dike ji bo bidawîkirina sitemkarî û terorîstiyê û avekeirna dewleteke demoqrat û libral û fedral ya ku mafê mirovan û azadiya wan û her weha wekheviyê ji hemî pêkhateyan re dabîn dike.
Dûrî babeta xwediberhevrakirina Sûriyan ji bo amadebûna kongiran, gelo ti sûdeyên yekser ji beşdarbûna Encûmena Niştimanî ya Kurdî di kongirê Asîtanayê de hebûn? Û gelo beşdarbûna wê tenê ji bo temamkirina hejmarê bû li gor ku hin dibêjin?
Tevlî ku goftûgoyên Asîtanayê di pileya yekemîn de “leşkerî” bûn, lê amadebûna Encûmena Niştimanî ya Kurd tê de nîşana serkeftina wê ya siyasî û dîplomasî ye.
Tê zanîn ku guftûgoyên Asîtanayê di navbera aliyên leşkerî yên beşdar in di şer û pevçûnên li Sûriyê dibin bêhtir e ji aliyên siyasî, gelo di nerîna te de çima rêxistina DAIŞ û PYDê nehatin vexwendin?
Rêxistina DAIŞ rêxistinek terrorist e, û divê şerê wê û hemî rêxistinên terorîst bê kirin, û nabe ku yekîniyên terrorîst di goftûgoyên wilo de amade bibin, û biryara Encûmena Ewlekariyê jî tekezî li ser şerê terorê kiriye, û DAIŞ Û Nesra nûnertiya wê terorê dikin.
Lê ji bo ne beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demoqrat, di baweriya min de sedema wê girêdayî ecinde û têkiliyên wê yên rêxistinî û ramanên wê yên tekrew e, û karên wê yên dûrî bercewendî û hêviyên gelê Kurd li Sûriyê, her weha xwekişandina hin aliyên ku hevaltiya wê dikirin, wek encamekê ji rêkeftina sêqolî.
Di nerîna te de Rûsya dest ji Partiya Yekîtiya Demoqrat berda ji bo xwe nêzîkî Enqerayê bike?
Bê guman, û ne tenê Rûsya Îran jî.
Gelo Partiya Yekîtiya Demoqrat dixwaze xwe nêzîkî Encûmena Niştimanî ya Kurd bike, lê kesên ku partiyê wek alavekê ji xwe re bikar tînin nahêlin ew nêzîkbûn çêbibe?
Ecindeyên Partiya Yekîtiya Demoqrat û têkiliyên wê û li pêşiya vê nêzîkbûnê disekinin, û me wek Encûmena Niştimanî ya Kurdî hewl da ku em wê nêzîkbûnê bi ser bixin di riya pabendiya me bi tiştên ku me li ser wan li hev kiribû di rêkeftina Dihokê û herdû rêkeftinên Hewlêrê de, yên ku di bin çavdêriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî de çêbibûn.
Çi bersiva we ye li ser raporta Amerîkî ya dibêje ku rêveberiya Amerîkî danûstandinan bi kurdan re dike wek ku ew “robot” bin, pîlanên wê di şerê xwe yê dijî DAIŞê de bi cî dike, û paşre daxwazên wan ji bîr dike?
Mixabin ev rastiyeke.. lê mebesta gotina “Kurd” li vir ew Partiya Yekîtiya Demoqrat û yên têkildarên rêxistina wê ne, û ta niha tu rêkeftin di navbera Amerîka û vê partiyê de tune ne, û tenê wan di şerê li dijî DAIŞê de bikar tîne, lê daxwazên Kurdan wek miletekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî ti kes nikare mafên wan “ji bîra xwe bibe” di Sûriya paşerojê de, û lihevkirinek navdewletî heye ku Sûriya paşerojê divê dewletek dîmoqratî, piralî û nemezhebî be, ji ber gelek Mezheb û Ol lê hene.
Çi rastiya vê gotina heye, ku wê Pêşmergeyên Roj rêveberiya deverên Kurdî bikin, piştî avakirina navçeya ewle ya ku Waşinton behsa wê dike?
Hîna mijara“navçeyên ewle” yên ku behsa avakirina wan dibe, û kîjan dever wê di hundirê wan navçeyan de bin zelal nebûye, kî wê wan navçeyan ava bike, û her weha wê kî rêveberiya wan bike û wan biparêze ew jî ne xuya ne. û di nerîna me de wek Encûmena Niştimanî ya Kurd, em bi avakirina navçeyên ewle re ne ku bi biryarek navdewletî be, û di bin sîwana Netewên Yekbûyî de be, yan jî hin aliyên navdewletî ku armanca wan parastina gel be, ev gelê ku gelek êş û azar di nav du agiran de kişandine, agirê sitemkariyê û yê terorê. Û her weha ew dever wê bihêle koçber vegerin malên xwe û wê destpêka jinûavakirinê û rawestana koçberiyê be, rastiya deverên ewle ev e, û bê guman wê ev jî babetek ji babetên goftûgoyên me bi Amerîkiyan re bin, yên ku di dawya vê heyvê de emê serdana wan bikin.
Lê der bare rola Pêşmergên Rojava emê hewl bidin ku em rola parastina wan “deverên ewle” bidin wan, û ev pêşmerge qîz û xortên Kurdên Sûrî ne, û tu armanca wan tune ye ji bilî berevaniya di ber gelê xwe de dijî hemî corên teror û sitemkariyê.
Vê dawiyê partiya we giringiyek da êş û azarên hunermendên Kurd û çawaniya dîtina çareseriyan ji arîşeyên wan re, gelo ne pêşindetire ku partiyên Kurdî li çareyan bigerin ji bo bişaftin û jiberhevçûna civaka Kurdî li tevaya Oropayê?
Hevdîtina bi hunermendên Kurd re di çarçoveya zincîrek ji hevdîtinên partiya me de hat, û wê berdewam bike, wek parekî ji pirogramê karekî pîlankirî, emê hevdîtinan bi tevaya beşên civakê re bikin ji bo guhdarîkirina li rexne û pêşinyar û daxwaz û nerînên wan, da em bighên armanca xwe di çêkirina toreyeke pêwendiyan di nav tevgera siyasî û hemî perçeyên civakê de, ji bo bercewendiya kêşeya me ya netewî û niştimanî, û alîkirina revenda gelê Kurd li welatên penaberiyê, da em ala kurdayetiyê bi hev re bilind bikin.
Gelo nerînek partiya we ya cuda ji ya tevaya partiyên ENKSê hebû, derbarê reşnivîsa destûra Encûmen û mijara paşguhkirina Efrînê?
Ji bo em mijarê zelal bikin, ez tekez dikim ku ta vê kêlîkê hîna ENKSê tu destûr an jî reşnivîs an pirojeyê destûrekê negirtiye xwe, û Encûmena Niştimanî ya Kurd baweriya wê bi çareseriya fidralî tê, û bizavê di ber de dike, û ji bo pêkanîna vê yekê divabû goftûgo û pevgurtina ramanan li ser şêweyê dewleta Sûrî û destûrê qonaxa bê hebe, û ji bo vê armancê ENKSê havîna bûrî beşdarî di kargeheke guftûgoyan de ji bo vê mijarê li Siwêsrayê kir, û ev reşnivîs ji aliyê hin endamên Encûman hatibû pêşkêşkirin, û ji bo ofîsa yasayî ya Encûmen hat dan, lê ta niha hê Encûmen ti destûr an reşnivîs li xwe negirtiye, ji ber ku saziyên Encûman û rêxistinên wê, ew bi tenê ji mafê wan e di van mijarên çarenûsî de biryarê bidin, lewra ez ne bi nerîna te re me dema ev tiştê ne bi rêyeke fermî belav bûye, navê reşnivîsa destûrê Encûman lê bibe, ji ber Encûman ta niha tu biryara fermî ji bo destûrekê an reşnivîseke destûrê nedaye.