Bê guman ew civakên ku tûşî bobelata cengê dibin, pêwîstiya wan ne tenê bi leşkeran û partiyên siyasî heye, lê pêwîstiya wan ya herî mezin bi rêxistinên civaka sivîl heye, da bi rola xwe ya di warê rêxistinkirin û ragihandinê li kêleka rola siyasî rabin, jo bo beşdariya di bilindkirina asta çanda îkolocî û yasayî ya endamên civakê û cîbecîkirina pirogramên geşepêdan û mafên mirovan, û belavkirina çanda karê xwebeş û xêrxwazî.
Û ji bo ronîkirina çalakiyên yek ji van rêxistinan, me ev dîdara taybet bi Mihemed Şerîf Mihemed serokê rêkxistina Hîtma ya geşepêdana rewşenbîrî û civakî re kir.
Di destpêkê de hûn dikarin saziya “Hîtma” ji xwendevanan re bidin nasîn, kengî hatiye damezrandin û li ku û çawa ramana damezrandinê çêbû?
Destpêka karê me li Sûriyê bû, berî destpêkirina şoreşê bi demek dirêj, ji sala 2006an de bû, di riya girûpeke rewşenbîrî re ku her heyv çalakiyeke rewşenbîrî li dar dixist, me her car du sîmînar pêşkêş dikirin, yek jê bi zimanê Kurdî bû û ya din bi zimanê Erebî bû, û me gelek korsên fêrkirina zimanê Kurdî vekirin, û me karîbû malbatên hewcedar û pizîşkan û her weha xwebexşan pev bigihînin da wan bê beramber derman bikin, her weha me pilatformeke rewşenbîrî li ser tora entirnêtê çêkir, û di dema mana min li Herêma Kurdistanê, min çalakî bi tena xwe dikirin, di dema berî wergirtina ruxseta rêxistina Hîtma.
Gelo kîne ew aliyên piştgiriya çalakiyên we dikin, û bi taybetî dana pêdivî û alîkariyên mirovî?
Li vêde, li Herêma Kurdistanê, tu alî alîkarî nedaye me, em li ser ramanan kar dikin, û em wan ramanan pêşde dibin, anku darayîya me xwemalî ye, em keda kesê xwebexş dikin kar.
Lê der barê alîkariyên wek cilan û kursiyên kêmendaman û kopalên wan yên taybet û kelûpelên dibistanan, ew di riya piştgiriya komeleya Azadî ya li Hanoverê/ Almanya re ye, û ta niha me nêzî 33 tonên alîkariyan ji wê komeleyê wergirtine.
Gelo çi hevrêzkarî di navbera we û aliyên fermî de anjî partiyan de hene?
Na, tu hevrêzkarî di navbera me û çi alî de tune ye(ji ber ku di her çar salên bûrî de min bi tena serê xwe kar dikir).
Yek ji guhdanên rêkxistina Hîtma ew e, guhdana bi gêncan û rahênankirin û geşepêdana wan di warê pîşeyî de û dabînkirina derfetên kar ji wan re, tu dikarî behsa vê mijarê ji mere bikî?
Ji roja yekem de ya ku ez têde derbas bûm Herêma Kurdistanê, min naskir ku tiştê rûmeta mirov diparêze”kar “e, her wekî ew penda Çînî dibêje ” wî hînî nêçîrê bike, li şûna tu masiyekî bide wî “.
Gelo siminar û çalakiyên we yên ku hûn her demekê dikin, ta niha çi ne?
Me gelek sîmînar û civînên gengeşekirinê û yên rewşenbîrî û şevbuhêrkên helbestî lidar xistine, û armanca me ji wan çalakiyan ew e , handana rêxistinên civaka sivîl ji bo kar di ber hişyarkitina civakê û pêşxistina wê de bikin.
Derbarê kesên kêm endam yan yên xwedan pêdawîstiyên taybet, gelo we kariye tiştekî ji wan re bikin?
Belê, em kursiyên kêmendaman û yên pîr û kalan û kopalên taybet bo wan pêşkêş dikin, û carinan em helmetên lêgerîn û şopandina kesên nexeş ên pêwîsdar pêk tînin.
Saziya we li ser çi pîvanan alîkariyan li herêma Kurdistanê ya hejmarek mezin ji penaberan lê heye pêşkêş dike?
Zanyariyên derbarê piraniya penaberên pêwîstdar li rex me hene, lê em li yên herî hewcedar digerin û alîkariyê didin wan.
Wek tê zanîn hûn bê piştgiriya darayî ne, hûn çawa û li ku wan çalakiyên xwe pêk tînin?
Dema min wek xwebexş li ofîsa giştî ya sentera Ala ya rewşenbîrî kar dikir, min kafîterya ya senterê bikar tanî ji bo pêkanîna hemi çalakiyên xwe, çi şevbuhêrk bana yan jî sîmînar yan jî kors bana, û her roja înê min cilên bê beramber pêşkêş dikirin, û yê dixwest dihat û ji xwe re dibirin.
Ma şaxê saziya we li Kobanî heye, ku we lîstok dabûn şagirtên dibistanekê li wê de? Gelo şaxên we li deverên Kurdî li hundurê Sûriyê hene?
Niha tu şaxên me yên derveyî Hewlêrê tune ne, me lîstok li çar dibistanên Hewlêrê belav kirine, û yek ji wan dibistana bi navê Kobanî ya li derdora Hewlêrê bû.
Me li ser malpera saziya we dît ku dabînkirina derfetên kar ji gêncan re, her weha vekirina korsên hînkirinê beşekî sereke ji karê we ye, tu dikarî hejmara wan kesên di riya we re kar bidest xistine yan jî beşdariya korsan kirine destnîşan bike?
Belê, wek me berê jî got, dabînkirina karekî ji kesekî re çêtir e ji pêşkêşkirina sepeteke xwarinê, û ta niha hejmara derfetên kar yên ku min peyda kirine gihaye 1400î, û min bi tena serê xwe ew kar kir, û ta niha bêhtir ji 800 kesî di riya me re zimanê Ingilîzî û Kurdî û karê hesabdariyê hîn bûne.
Gelo helmeta bi navê ” Bi Hinek Ji Dema Xwe Bibexşe” tê çi wateyê?
Me hemî çalakiyên xwe di riya helmeta ” Bi Hinek Ji Dema Xwe Bibexşe ” pêk anîn, û me dema wî bexişdarî dikir çalakî, wek nimûne, mamostayê zimanê Kurdî yan yê zimanê Ingilîzî ya jî mamostayê muzîkê, tevan bexişdarî bi dema xwe dikir û me ew dema wan dikir korsên bêberamber.
Pejirandina gel ji wî karê we re çawa bû, gelo wek we dixwest dibû, ma hûn bi ser ketin?
Belê, sipas ji xwedê re, û em hîn jî berdewam in, û berê karê me roj bi roj firehtir dibe.
Gelo hîn jî helmeta we ya” Pirtûkekê Bibexşîne” berdewam e, ma we mebesta xwe pêk anî?
Erê, helmet hîn berdewam e, encam baş bû, û tevaya helmetên me berdewam in, ya “Hinekî Ji Dema Xwe Bibexşîne” û ya” Tiştekî ku Tu Ne Hewcedarî Wî Be Navêje”, û ya ” Pirtûkekê Bibexşe”. Û ji aliyek din ve, ji ber ku min di yek ji ofîsan de wek xwebexş kar kiriye, û di riya wê re min pirtûk ji penaberan re dabîn dikirin, û her penaber niha dikare serdana ofîsê bike û pirtûka ku bixwaze bi rengek demikî bibe û piştî xwendinê vegerîne.
Pirsa dawî, çi çalakî û karên we yên hûn dixwazin di dema tê de bikin hene?
Ji navê ku me ji saziya xwe re helbijartiye diyar e, emê ji geşepêdan û çandê re kar bikin, û emê ji tevaya beşên civakê re bikin, lê wê piraniya karê me ji nifşê zarok û xortan re be.