Piştî girtina wî ya kotekî ji aliyê milîsên Partiya Yekîtiya Demoqrat di 9/5/2017de, û serbestberdana wî di 29/7/2017 de, û derbarê wê girtina neyasayî û sedemên wê, û çawaniya berdewamkirina karê siyasî û şêweyên wî karî di hindurê zindanê de, û her weha erkên komîtên xwecihî, û dema bestina çaremîn kongireyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, me ev dîdar bi mamoste Mihsin Tahir re berpirsê encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurd û endamê ofîsa siyasî ya Partiya Dîmoqrata Kurdistanî- Sûriya pêkanî.
Piştî pîrozkirina serbestberdana te. Tê zanîn ku girtina te tenê ji ber sedemên siyasî bû, pirsa me ya yekemîn ew e, gelo dadpirsîn jî di asta sedema wê girtinê de bû yan jî şêweyê dadpirsînê cuda bû?
Di serî de, ez spasiya we dikim li ser pîrozbahiya we ji bo serbestberdana min, û şopandina we ji rewşa min ya taybet re di zindanê de. Dadpirsîn bi piraniya xwe li ser babetên ruxsetên ofîsan û babeta çalakiyên Encûmena Niûtimanî ya Kurd ên aştiyane bûn, û digotin divê hûn tu kar û çalakiyên cemawerî nekin, û ofîsên xwe bê ruxset venekin.
Tu bi tuhmeta birêxistina xwepêşandanan û vekirina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bê ruxset hatibû girtin, gelo hîna ew sedemên girtinê û behaneyên wan lidar in, û hîn jî Karin çi kesê bixwazin bi wan behaneyan wî têxin zindanê de?
Kesê ku çek di destan de ye dikare her cûreyên sitemkariyê dijî kesên bê çek bike, ez bawer im ew sedemên ku pê siyasetmedaran digrin nakevin seryan de, û tu yasayî û rewayî ji wan re tune ye, ji ber ku em di qûnaxa rizgariya netewî û niştimanî de ne, û ev qûnax hewcedarî xebat û têkoşînê ye ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûrî yên azadî û dîmoqrasiyê, û em bizavê dikin ji bo bidestxistina danpêdana destûrî bi hebûna gelê Kurd û mafê wî yên netewî û dîmoqrasî di riya dewleteke fedral û xwedan sîstemeke berlemanî û dîmoqrasî û piralî re, ku di bin siya wî de hemî şêweyên çewisandina netewî û olî û mezhebî nemînin, ji ber hemî yasayên dunyayê û yên xwedayî jî tekeziyê li ser rewabûna vî karî û vê tekoşînê dikin, eger ew setemkarî hebe û maf jidestdayî bin. Û em jî ji aliyê xwe ve emê berdewam bin di xebata xwe ya aştiyane û dîmoqrasî de, ji bo tevaya Sûriyan bi hemî beşên xwe yên netewî û oldarî û mezhebî ve bê cudahî, heta gihiştina encamên xebata gelê Sûriyê.
Tê gotin ku serbestberdana te ji ber sedemên tendurustî bû, û rêveberiya zindanê hûn agahdar kirine ku dadgeh vekirî û berdewam e, gelo ew nayê wê wateyê ku tu hîn di zindanê de yî, tevlî tu li derve dijî?
Dibe ku ev tişt rast be ji ber ku karsparteya giştî ya bi se PYDê ve ji min re got ku serbestberdana min ji ber sedemên tendurustî tenê ye, û gotin, dema ku tu ji bo rûniştinên dadgehê bê xwestin, divê tu amade bî.
Te çawa karê xwe yê siyasî di girtîgehê de berdewam dikir, gelo alavên peywendiyê bi dest we diketin?
Me nikarîbû karê siyasî ji hindirî zindanê berdewam bikin, û alavên peywendiyan jî tunebûn, û take alava peydabûyî televîzyon bû, û ew jî piraniya kenalên Kurdî û yên Erebî jê hatibûn hilanîn, û tenê kenalên alîgirê xwe hiştibûn, û rojnameya Ronahî ya ku PYDê derdixe û rojnameya Bûyer didan me.
Te gelek caran amaje bi metirsîdarbûna leşkerkirina kotekî û ferzkirina rêbazên xwendinê yên partîtî kiriye, gelo tu karî bandora wana li ser kêşeya Kurdî li Sûriyê zelal bikî?
Kêşeya gelê Kurd û mafên wî yên netewî û dîmoqrasî li Sûriyê ne tenê bi vekirina dibistan û zanîngehên bi zimanê Kurdî ye, û her weha aramî û hêminî jî tu carî bi kotekî û neçarkirina xelkê di bin darê zorê de ji bo parastina xwe bikin nayê, lewra lixwevegereke sertaserî ji siyasetên xwe re li ser asta navxweyî û derekî ji wan re divê, û çareserkirina vê pirsgirêkê têkildarî lihevkirineke Kurdî-Kurdî û paşre lihevkirineke niştimanî ye, ez bawer im ku gelê Kurd li Sûriyê wê mafên xwe yên netewî yên rewa bi dest xwe ve bîne, û tiştê ku vê baweriyê bêtir bihêz dike ew e ku Sûriya pêşerojê aram û serrast nabe bêyî danpêdaneke destûrî bi hebûna gelê Kurd û çareserkirina kêşeya wî ya netewî li gor peyman û belgeyên navdewletî.
Di baweriya we de asayîşa PYDê ew altirnatîva ewlekariya Rêjîmê ye?
Rêjîmê ji herêmê bar nekiriye, û ew bi xurtî li Qamişlo û Hesekê heye, û hîn jî dezgehên wê yên leşkerî û xizmetguzarî û dadgehî li ber çavan kar dikin, tevlî hin pevçûnan di nav Rêjîmê û PYDê de hin caran, di baweriya min de ku têkildariya di nav herdû aliyan de hevtekûzkirine û ne dijatî ye, û PYDê têkiliyên xwe bi Rêjîmê re red nekirine, lê tu agahdarî li rex min tune ne derbarê şêweyê têkiliyan bi Rêjîmê re û çawaniya hevrêzkariyê û asta wê.
Gelo tu kengî lidarxistina kongireyê çaremîn ê Encûmena Niştimanî ya Kurd pêşbîn dike, û çi nîşanên lidarxistinê hene?
Di baweriya min de dema lidarxistina kongireyê çaremîn ê Encûmenê hatiye, û giring e hemî siyasetên Encûmenê û li ser hemî astan di ber çavan re bên birin û her paşxistinek din ji dema kongir re wê ziyanê bighîne Encûmenê û saziyên wê, lê biryara lidarxistin û nelidarxistina kongir yekser bi Encûmen û dezgehên wê yên yasayî ve girêdayî ye, û gerek e lidarxistina kongir sala 2017an derbas neke.
Pirseke dawiyê, bêhtir ji du salan ve komîteyên xwecihî hatin erkdarkirin ji bo belgekirina ziyanên li hevwelatiyên kurd li Hesekê bûne ji bo alîkariyê der barê wan ziyanan ji Hevbendiya Niştimanî bixwazin, di riya Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Hikûmeta Demkî re, da alîkariya darayî û razberî bi wan hewcedaran re bibe, gelo ew tişt pêk hat?
Gotina te rast e, û bi rastî jî aliyên têkildar yên Encûmenê ew ziyan belge kirine û navên pakrewanan û birîndaran û her weha yên ku ji karmendiya dewletê dûrxistî ji ber çalakiyên wan yên siyasî hatin danîn, û ew zanyarî bo Hevbendiyê û dezgehên wê yên taybetmend hatin dan, li gor ez zanim ta niha alîkarî negihaye wan kesên ku ziyan li wan bûye.