Agahiyek Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî
21ê Tebaxa 2014z
Di bîranîna yekem de ji diltezêntirîn tawan di dîroka Sûriya nûjen de, gelê sûrî bûyerên wê sosretê û helwîsta civaka navdewletî bi dilêşî di bîra xwe tîne, merivên1507 kesan li dora xwe dinêrin tu helwîsta nêvnetewî ya li gor mezinbûna wê bobelatê nabînin, ta ew biryara derbarî jinêvbirina çekên kîmawî ne li gor pêşbîniyên sûriyan bû, tenê çekên tawanê birin û destê rêjêmê di bikaranîna alavên kuştinê yên din de jê re berdan, ji kêr û şûran ta tu bighê bermîlên teqîner û mûşekên Palistî. Li gor gelek belgenameyan rijêma Esed çekên jehrîn bi kar anîne wek xaza kilorê li 15 deverên cuda li herêmên dervî desthilata wî û xelkên alîgirên şoreşê armanc kirin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî daxwaza xwe nû dike ji bo sizakirina tewnkaran ji yê ku ferman daye ta tu bigihê cîbicîkeran, û ne tenê çekên rijêmê jê bistînin, û li ser giringiya danîna sînorekî ji bo tewanên rijêmê tekez kir, ew tawanên ku ji ji sêsalan de rijêm dermafê gelê sûrî yê azadî û rûmetxwaz dike.
Her weha Hevbendî sipasiya xwe ji bo şandeya hevbeş ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî û Neteweyên Yekbûyî pêşkêş kir, û sipasiya dewletên ku xwe westandine di ber tekûzkirina radestkirina çekîn Esed yên kîmawî tevî berepêkên ku gelek caran Esed didan, tevî biçûkbûna vî karî bermber tawanên rijêmê.
Hevbendiyê cudahiya di nav çekên Esed yên kîmawî yên heyî û yên ragihandî destnîşan kir, û civaka navdewletî hişyar kir li ser giringiya derxistina tevaya Çekên rijêmê yên qedexekirî li gor yasaya nêvdewletî yên ne eşkerekirî, û giringiya nehêlana tiştekî ji wan di nav destên wî de û têkbirina tevaya kargehên çekên kîmawî.
Dilovaniya xweda ji şehîdan re
Saxî bo birîndaran
azadî ji girtiyan re
Serfirazî û azadî ji sûriyan re.
Bijî Sûriya.