Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Teqîna terorîstî yaku bajarê Efrînê armanc kir di bilindtirîn asta hovîtî û tundbûnê de bû, û bû sedema şehîdbûna zarok û sivîlan, bi derfetdîtina dema derketina xelkên bi rojî daku pêdvîyên xwe ji fitara 5emîn roja heyva remezanê re bikirin, di bin şertûmercên karantîna tendurustî ya awarte de.
Em bi dilêşî li kêleka malbatên ku hezkiriyên xwe di vê teqînê de ji dest dane radiwestin, û em tekez dikin ku emê di peyketina aliyên ku dixwazin bêserûberiyê belav bikin û katijmêrê bi şûnde vegerînin, berdewam bin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, careke din anî ziman ku ew daxwaza helwestên navdewletî yên vebir dijî terorîstiyê û siponser û veberhênerên wê dike, û pêwîstiya piştgiriya saziyên nûnertiya gel dikin û alîkirina wan daku bi erk û rola xwe rabin.
Hêzên polîs û asayîşê û artêşa niştimanî ya Sûrî li deverên bakurê Sûriyê yên rizgarkirî, dê di peyketina rêxistin û milîşeyên terrorîst û hemû kesên alîkariya diravî didin wan û sponseriya wan dikin berdewam be.
Armanca van teqînan aşkere ye, ew jî belavkirina bêserûberiyê ye, jibo astengiyê têxin pêşiya karûbarên jibo gihiştina çareriya siyasî ya rasteqîn li gorî biryarên navdewletî dibin, û hemû karînên me dê di rûbirûbûna wan pilanan û misogerkirina parastina sivîlan û hilgirtina berpisyariyê derbarê gelê sûriyê de bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
28 nîsan 2020