Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, sersaxiya gelê Tirkiyê yê bira dike, ji ber êşa wê ya mezin ya ji encama erdheja, doh înê êvarî, li deverên Başûr-Rojhilatî Tirkiyê çêbû, û bû sedema kuştin û birîdarbûna bidehên welatiyan.
Dilê bimilyonan gelê Sûrî, li Sûriyê û Tirkiyê û li tevaya cîhanê, li kêleka gelê Tirkyê ye, yê ku bi hemî karînên xwe ji berî 9 salan de alîkariya gelê Sûriyê dike.
Tirkya bi saya xwedê dê ji vê tengasiyê derkeve, bi xêra kar û rêşûnên rêkûpêk yên pêşketî yên ku desthilata Tirkyê dike, û got dê Tirkya bimîne welatê geşepêdan û aramiyê û deryê hêviyan bo bimilyonên azadîxwazan.
Em hêviya dilovaniya xwedê ji miriyan re, rizgarbûna tevaya wendayan û saxbûna zû ji hemî birîndaran re dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
25 kanûna paşîn 2020