Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Komelkujiya metirsîdar yaku hêzên rêjîma Esed û Milîşeyên mezhebî li gundê Eltirêmsê yê girêdayî gundewarê Hemayê di sala 2012an de, xwedan bandoreke mezin bû li ser pêvajoya bûyeran û têkildariya wê bi komelkujiyên berî wê û yên di dû wê re çêbûne ta niha heye, wek komelkujiya Taxa Eşîra li Humsê û komelkujiyên Elholê û Dêra Zorê û Zemelka ta bighîne komelkujiya Dareya û Elmiedemiyê û Kefir Betina û yên din, û di navbera wan de pir tewanên metirsîdar pêk hatin.
Komelkujiya Eltirêmsê di 12 tîrmehê de pêk hat, û ji wê rojê de ta îro hûrgilyên wê têne diyarkirin, û ew komelkujî wê demê li ber çavê Çavdêrên Navdewletî çêbibû û pir nêzî cihê wan pêk hatibû.
Bûyerên wê komelkujiyê bi bombebarana topxaneyê dest pê kir, paş re helmeta êrîşkirinê bû, di nav re operasyonên bidarvekirin û serjêkirinên meydanî ji aliyê hêzên rêjîma Esed û Milîşeyên Şebîha hatin kirin.
Bi dehan di wê komelkujiyê de şehîd bûn, di nav de jin û zarok jî hebûn, hejmarek jê bi nav hatin belgekirin, di dema tinabûna çi lêpirsînên navdewletî de.
Wê komelkujiyê tevna civaka Sûrî û perçekirina civakê armanc kir, di rêça siyaseteke tewankar awayên qirêj bikar anîn, di nav de awayên gef û tirsandina Sûriyan ji hev û çandina fitneyan di navbera wan de.
Tevî ku bêtirê dewletên çalak şokbûna xwe derbarê komelkujiyê anîn ziman, lê bersiva cidî ne hat, û ti gav ji bo şopandina tewankar û cezakirina wan nehatin kirin, û ne jî ji bo ku nehêlin hîn bêhtir komelkujî çêbibin ti gav nehatin avêtin.
Helmeta komelkujî û tewanan bi cûrbecûr awayên cuda cuda gur bû û berdewam kir, ta gihîşte bermîlên teqîner û mûşekên palistî û çekên kîmawî, bêyî ku tewankar û yên di ber de berpisyar bêtin cezakirin.
Erkê tevaya aliyên navdewletî ye ku dema bi doseya Sûriyê re didin û distînin van komelkujiyan bînin bîra xwe, û berpisyariyên xwe derbarê qurbaniyan higirin.
Komîteya Yasayî di Hevbendiyê de tevî aliyên Sûrî yên serbixwe û Saziyên Mafnasî yên Cîhanî di şopandina doseya tewanên dermafê gelê Sûriyê pêkjhatine berdewam e, û heya jê tê ji bo komkirina belge û dîdevanan kar dike, û ji bo pêkanîna dadweriyê bi pê şopa tewankaran dikeve, û fişarên gengaz ji bo veguhaztina vê doseyê bo Dadgeha Cezaya Navdewletî di demek nêzîk de kar dike.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Civaka Navdewletî dike, ku berpisyariyên xwe derbarê doseya komelkujiyan û rewşa Sûriyê hilgire, û divê hemû alî bixebitin û biryarên Navdewletî berve cîbicîkirinê bibin, û çareya siyasî li gorî daxuyaniya Cinêvê temam bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
13 tîrmeh 2020