Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rejîma Esed bi xwe bêtar û penceşêra sûriyê ye, û ji dema gihîştiye deselatê , ew siyaseta mukurnehatina bi her tiştî bikar tîne, û ta niha hebûna xwepêşandanan û tevgera cemawerî û xwestekên azadî û rûmetê red dike, û mandel dike ku wê bajar û avahiyên giştî û navendên bijîşkî bordoman kirine, û çekên kîmawî bikar anîne, û bisedên hezaran girtî di zîndanên wê de hene, û pîstirîn pirosesên îşkencekirina ta mirinê dermafê wan kirine, û îro jî belavbûna Vîrosa Korona li tevaya deverên di bin kontirola wê de û nemaze li şamê û laziqiyê red dike.
Agahiyên meydanî yên gihîştine me tekez dikin ku Vîros bi şêweyeke mezin belav bûye, û êdî kontirolkirina vî derdî zor e, ew jî ji ber ku sînor li pêşiya Milîsên Iranî û Libnanî vekirirî ye, ew welatên ku Vêros di wan de pir heye, û endamên wan Milîseyan li tevaya welêt belav bûne, bi ser de jî biserneketina karûbarên veqetandin û cudakirina civakî, û rewşa mikurnehatina ya berdewam, û ev rewş tekez dike ku rêjîm hîn sûr e li ser pêkanîna tewanên mezin dermafê gelê Sûriyê yê ku bi bela rêjîmê ketiye.
Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin, ku fişaran li rêjîma Esed bike, daku hejmara rasteqîn a kesên bi Vîors ketine eşkere bike, û girtiyên di zîndan û girtîgehên şaxên ewlekariyê de derxîne, yên ku em dibînin ku ew ji ber korona li pêşiya metirsiya qirkirineke komelî ne, em xebatê dikin ji bo gelê Sûriyê ji vê bela ku ji deh salan de li ser sîngê wan paldayî, û welat gihandî vê rewşa niha tê de ji ber mana wê bi kursî ve rizgar bikin .
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
1 nîsan 2020