Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Êrîşa tewankarî li ser dergehê Elhemran li Cerablis û gundê Terhîn yê gundewarê bakurê Helebê gurkirineke metirsîdar e, û terora dewletê ye, ji aliyê dagîkerê rûsî ve, û ew tewaneke nû ye, û armanc jê ew e, seqaya gurkirin û kuştin û bombebaran û tewanê berdewam bike.
Êrîşa Rûsî yaku bi sê mûşekan bû, tê gumankirin ku ji keşteyên Rûsî yên li Derya Sipî ne derketine, û hin ji mûşekan cebilxaneyên goşeyî di wan de hebûn, û ew êrîş bû sedema şehîdketina çar kesan, û bikêmanî 27 kes jî birîndar bûn, û derdor hate ruxandin û agir li gundê Terhîn bi depoyên sotemeniyê ket.
Ti behane ji tewanên ku Rûsiya didomîne re tune ye, û tenê terorîstiya wê diyar dike, û divê helwesteke navdewletî ya vebir hebe, daku sînorek li pêşiya binpêkirin û tewanên berdewam were danîn, û bihêle Rûsiya rêzê li pabendiyên xwe bigire.
Em mafê Artêşa Niştimanî ya Sûrî di bersivdana tewanên ji aliyê Rûsiya û rijêmê ve pêk tên tekez dikin, û çênabe em ji aliyekî bi tenê daxwaza pabendiyê bi çi rêkeftin an agirbestan bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
6 adara 2021