Saturday, 22 November 2014 00:00

Baydin Li Enqerê Ye Ji Bo Hevrêziya Bi Serperiştên Tirkan Re Di Şerê Tiroristiyê de

Cîgirê Serokê Emerîkî Co Baydin li Enqerê dê digel serokê Tirkî Receb Teyib Erdoxan û Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûd Oxlo hevdîtinê bike, serdana wî sê rojan berdewam dike, armanc ji serdanê ew e ku serperiştên Tirkan bighîne baweriya ko di Hevpeymaniyê de bêtir beşdar bibin.

Baydin bizavê dike ji bo Tirkiyê bi rola xwe di Hevpeymana Navdewletî de bêtir kartêker bike. Lê belê Tiriya jî merc datîne ko Esed bête rûxandin û Herêmeke hêmin û aram li Bakurê Sûriyê bête cuda kirin beraber  di Hevpeymanê de beşdar bibe.

Herweha Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê ji Hêzên Hevpeymana Navdewletî xwest ku”di têkbirina tiroristiyê de li istiratîciya xwe vegerin, bi taybetî piştî pêşveçûna Daişê ya xuyanî, tevlî êrîşên asmanî yên ku Hevpeymanê li ser wan pêk anîne.” 

Salim Elmislit pêşveçûna Daiş dît bi sedema “derengmayîna Civaka Navdewletî di nepiştgirtina Artêşa Azad de, ku tu gavên lezgîn di evê derbarê de neavêtine. Derbeyên asmanî yên Hevpeymanê nikarin Daişê tune bikin, û tunekirina Daiş nayê wê wateyê wê tiroristî tune bibe, çimkî Daiş encame û Rêjîma Esed ew e sedem û nexweşiya bingehîn, û gerek e Hevpeymanî ewî armanc bike da rewşa Sûriyê çareser bike.”

Elmislit dîsa got: sersariya Dewletên Cîhanê di pêkanîna daxwaza Hevbendiyê ya herdemî, ji bo piştgiriya Artêşa Azad wek hêzeke leşkerî  miyanrê ku dikare tiroristiya Esed û Daiş bi hev re birûxîne, sedema gûrbûna qeyrana mirovî ye ya ko Sûrî bi hemû alî û bajarên  xwe ve derdê wê dikêşin.

Jêder: Hevbendî+Elerebiyê

Home Nûçe Nûçeyên Navnetewî Baydin Li Enqerê Ye Ji Bo Hevrêziya Bi Serperiştên Tirkan Re Di Şerê Tiroristiyê de