Human Rights Watch, got ku hêzên rijêma Esed bombeyên goşeyî yên qedexekirî di êrîşekê de li ser bajarokê Tirmanîn li bakurê Idlibê di 6ê çirîya pêşîn ya bûrî de bi berfirehî bikar anîn, û di encamê de sê sivîl hatin kuştin, û 12 kes birîndar bûn, sê ji wan zarok bûn.
Û rêxistinê di rapora xwe ya duh yekşemê de, eşkere kir ku helmeta leşkerî ya hêzên rijêmê û Rusya li ser bakurê rojavayê Sûriyê ya ku di 5ê çirya pêşîn de dest pê kiriye, bû sedema kuştina zêdetir ji 70 kesî, di nav wan de sê xebatkarên hawarçûnê, 14 jin û 27 zarok hebûn, û 338 kesên din birîndar bûn, her wiha awarebûna 120 hezar kesî, li gorî Ofîsa Netewên Yekbûyî bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA).
Û Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn yê Human Rights Watch, Adam Coogle got: “Bikaranîna bombeyên goşeyî ji aliyê hêzên rijêmê ve di dema bombebarankirina deverên di bin kontrola rikberiyê de, bêserûberiya tirajîdî ya van çekan û bandora wan a wêranker diçespîne, û bal kişand ser wê yekê ku di nava vê bombebarana berdewam a hêzên rijêmê û Rusya de, zarokên Idlibê careke din dibin qurbaniyên operasyonên leşkerî yên tund û neyasayî.
Û Netewên Yekbûyî bal kişand ser ku êrîşên hêzên rijêma Esed û Rusya yên ku hin caran çekên şewitandinê bikar anîne, ziyan gihandin xizmetguzarî û jêrxanên bingehîn wek avahiyên tenduristiyê, nexweşxane û 17 dibistanan.
Û Human Rights Watch bal kişand ser ku ji sala 2011an ve, wê bisedan êrîşên bêserûber ên ku hêzên rijêma Esed û Rusya li ser sivîlan û jêrxaniyên sivîl li Idlib û rojavayê Helebê pêk anîne, belge kirine.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de ji Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê ya bi ser wê ve û civaka navdewletî û bira û dost û dewletên kartêker xwestibû ku bi awayekî bilez destwerdanê bikin, ji bo rawestandina gurkirina rijêma tawankar li ser gelê me li Idlib û gundewarê Helebê.
Û Hevbendiya Niştimanî hişyarî dabû ku berdewamiya operasyonên gurkirina leşkerî û êrîşên bi mûşekan û bikaranîna rijêmê ji çekên qedexekirî li ser asta navdewletî re, bi awayekî rasterast, jiyana zêdetir ji çar milyon sivîlî dixe metirsiyê de, û dibe sedema zêdebûna pêlên derbideriyê û qeyranên ku pêre çêdibin, di dema em nêzîkî zivistanê dibin de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî