Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, spasiya Yekîtiya Ewropî kir û pêkanîna welatên Yekîtiya Ewropayê ji daxwazên gelê Sûriyê re ji bo rawestandina sizayên li ser sektorên enerjî, firokevanî û darayî li Sûriye ji bo dema salekê, bilind nirxand.
El-Behra her wiha hêviya xwe anî ziman derbarê ku Yekîtiya Ewropî biryarekê bistîne ji bo rakirina sizayan bi temamî, ku ev yek rê bide bidawîkirina êş û azarên Sûriyan û bileztirkirina pêkanîna pirojeyên biserxwevhatin û nûavakirinê.
Di daxuyaniyeke berê de, El-Behra pêşwazî li biryara Fransa ya rakirina hin sizayan ji ser Sûriyê kiribû, û tekez kiribû ku gelê Sûriyê li benda gavên erênîtir e ji bo rakirina hemû cezayên ku bandorê li jiyana gelê Sûriyê û pêşketina wî û saxbûna ji gelek qeyranên ku rêjîma Esed piştî ruxandinê li pey xwe hiştine dike.
Duh, duşemê, Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya li Bruksela paytexta Belçîka de li hev kirin ku sizayên aborî yên ku li ser Sûriyê hatine sepandin ji bo heyama salekê gav bi gav rawestînin.
Û hatiye lihevkirin li ser rawestandina qedexeyên li ser tevgera esmanî, veguhstina keresteyan, binesazî û enerjiyê ji bo dema salekê û amadebûna Yekîtiya Ewropî ji bo vekirina balyozxaneya xwe ya li Şamê bi awayekî tam.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî