Ramana Hevbendiyê:
Di rewşa alozî ya ko bi ser Welat de hatiye û miletê me yê hêzdar dibîne, û hem şoreşa wî ya pîroz, pêwîstî dide hemû Hêz û Partiyên siyasî û hevrikiya Sûriyê yên ko tekoşînê ji bo rûxandina Rêjîma Alesed dikin, êdî ev hêzên siyasî giring e ko di çarçoveyeke serkirdayetî bighên hevûdu. Da Welat ber bi Dewleteke dîmuqrat, sivîl, piralî û bi hêz û aram. Hem jî bibin piştgir ji bo berxwedana miletê me û hem jî nûnerîtiya şoreşê û armancên wê bike. Di heman rewşê de jî bikaribe tirazûya hêzê li aliyê Rêjîmê bişikîne û aliyê şoreşê li derve û hundir biser bixîne. Ji ber evê hindê şiyana hejmarek ji siyasetmedaran û tevgera şpreşgerî çend hevdîtinên şêwirdariyê bi dirêjiya sê heyvan li hin welatên Erebî û yên Rojavayê lidar xistin. Di wan şêwirdariyan têgihanek ji gorepana siyasî û şoreşgerî û hevdîtin bi çendîn Welatên Erebî û Rojavayê re çê bûn. Û ji evan hevdîtinan encamê wê çend pêşxerî hatin dan, hemû tevlihev bi yek encamê derketin, bi gotûbêja berdewam bi hêza hundir û derve re çê bû.
Çend civînên şêwirdariyê ko sê rojan dirêj kir li Dewha çê bûn, ji 8-11 meha Çêriya paşî/Novemberê 2012an encam da ko lihevkirina Hêzên Hevrikiyê û Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bûn yek û “ Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê” damezirandin.
Armancên Hevbendiyê:
- Yekkirina piştgiriya Serkirdayetiya hevbeş ya Encûmena Leşkerî, şoreşgerî û Artêşa Azad.
- Çêkirina Sindoqa piştgiriya Miletê Sûriyê bi hemahengiya Navnetewî.
- Çêkirina Komîta Yasayî a Niştimaniya Sûriyê.
- Çêkirina Desthilatdariya Guhêz piştî mukurbûna Navnetewî qezenc bike.