Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehma, pîrozbahî li gelê Sûriyê kir bi helkefta ragihandina serkeftina şoreşa wî ya mezin li dijî rêjîma Esed ya hilweşiyayî, ya ku bi dehên salan zordarî û stemkarî dijî gelê Sûriyê pêk tanî, herweha Emîndarê Giştî pîrozbahiya destbikarkirina serkirde Ehmed El-Şera weke Serokê Komara Erebî ya Sûrî di qonaxa veguhêz de kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Rehma bang li gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî ve kir, ku bi hev re kar bikin ji bo pêşxistina dewleta Sûriyê û avakirina wê bi awayekî şayistî qurbanîdan û daxwazên Sûriyan be, bi rengê ku mafan biparêze, jiyaneke ewle û bi rûmet peyda bike û nasnameya sûrî ber bi balabûna şaristaniya wê ya kevnar ve bilind dike, û tekez kir ko rêjîma Esed ya têkçûyî Sûriyê li ser hemû astan di rewşeke xerab de hiştiye, ku ev yek berpirsiyariya her kesî zêde dike ji bo terxankirina hemî hêz û pisporiyan ji bo bidestxistina destkeftiyan û dagirtina kêmasiyan.
Rehma wiha jî got: “Îro gelê Sûriyê qonaxeke dîrokî dijîn ku destpêkek e ji bo avakirina Sûriyeke nû û em hêvîdar in ku qonaxa veguhêz bibe qonaxeke hazirî, çaksazî û vekirina rê li ber serdemeke nû ku em pê serbilind bin û li pêş cîhanê di warê azadî, welatîbûna wekhev û edaletê de şanaziyê pê bikin.”
Û herweha got: Tiştê ku em îro dijîn, berhema qurbanîdana serdemeke dirêj a gelê Sûriyê ye di hemû waran de, encama xwîna pak a şehîdan û êş û azar û derdeserîyên koçberan e, van hemûyan serkeftina Sûriyê çêkirin û rejîma Esed hilweşandin û serokekî nû ji Sûriyê re destnîşan kirin.”
Duh, çarşemê, serkirdeyên frakisyonên şoreşger beşdarî Konferansa Serkeftinê bûn, ku tê de hejmarek biryar derbarê Sûriyê piştî rûxandina rêjîma Esed û ragihandina serkeftinê hatin derxistin.
Jêder: Oîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî