Şoreşa Sûriyê şoreşa tevaya pêkhatên gelê Sûriyê ye, ev tişt di siloganên wê yên sereke de yên ku cihê rizamendiya piraniya gelê Sûriyê bûn diyar bûn:
Azadî û rûmet û dadmendî
Duruşma ( yek e yek e yek e, gelê Sûriyê yek e) kurtegotara nasnameya şoreşê û hêviyên gel ên ji bo guhertina ji kok de ya rijêma stemkar û nijadperest û gendel bû, ji bo avakirina sîstemeke sivîl , piralî û demoqrat, ya ku wekheviyê di navbera tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê de pêk bîne, dûrî pîvanên netewî , zayindî, olî û mezhebî, li ser bingeha hevwelatîbûnê û dabînkirina mafan di riya destûreke hemdemî ku gelê sûriyê biryara wê di riya giştpirsînê re bide.
Şoreşa Sûriyê ne ji bo beşekî an olekê an mezhebeke taybet bû, lê ew ji tevaya pêkhatên Sûriyê re bû, û wê ev yek di tevgera xwe ya aştyane de li piraniya bajar û navçe û gundan di serdema xwe ya aşyane de çesipand, û di qonaxên wê yên din de rûbirûtiya hewildanaên şeytankirin û jirêderxistin û şêwandinê kir, di dema ku rijêm di tewanên xwe de berdewam ma di riya anîna hêzên derekî û wêrankirina welat û neçarkirina nêzî nîvê nişteciyan ku bibin derbider û koçber û penaber.
Şoreşa Sûriyê, ya raman û rêbaz û armancan, ti kesî dûrî xwe naka, ji bilî kesên ku destên wan bi xwîna gelê Sûriyê bûye, di pêşî de serê rijêmê û serkirdeyên wê yên mezin, evên ku divê bo dadgehên niştimanî bên veguhestin.
Maf û azadî di naveroka xwe de cewherê kêşeya gelê Sûriyê ye, herweha daxwazkirina azadî û dadmendiyê û jiyana hevbeş di bin siya dewleteke demoqrat a ku rûmet û hevwelatîbûna hevsan bo tevaya gelê xwe diparêze, û ji bo dabînkirina derfetên afrandin û pêşketin û jiyana xweş kar dike.
Gelê Sûriyê di şoreşa xwe ya pîroz de hêvîdarê dabînkirina mafan û azadiya mirov a xwiristî ye, a ku di makazagonên serdemî û yên Sûriya berê de hatine, bi taybetî destûra 1950, herweha di ragihandina cîhanî û ya misilmanî û ya ereb û ya mafên mirovan û herdû peymanên navdewletî yên tabet de.
Hevbendiya Niştimanî, bangê dide gelê Sûriyê bi tevaya pêkhatên li tevaya deveran, da bizavê ji bo rawestandina berdewamiya rijêmê di rêbaza xwe ya xwînewî de bikin, û neçarkirina wê ji bo serê xwe li ber biryarên rewtiya navdewletî di danûstandinên siyasî de deyne, ji bo dabînkirina veguhestina bo rijêma demoqratî ya berdêl ya ku stemkariyê û nijadperestî û gendeliyê ji navê bibe, û wekheviyê di maf û erkan de di nav tevaya gelê sûriyê de dabîn bike .
Hevbendiya Niştimanî ji gelê Sûiyê, çi li deverên rizgarkirî bin an li deverên di bin kontrola rijêmê yan ên li devera desthilata defakto de, an yên li welatên penaberiyê bin, daxwaz dike ku di yekrêziya niştimanî de bin, bi armanca rizgarkirina welat û rûbirûbûna astengiyên metirsîdar ên dikevin riya gel de, û parastina yekbûna wî ya ciyografî û siyasî û civakî, û kartêkerkirina tevgera şoreşgerî û berxwedana gelêrî bi tevaya reng û şêweyên wê, tevlî kar ji bo biderxistina hêzên biyanî û milîsên mezhebî yên ji paş sînoran hatine dijderketina sivkatiya bi serweriya welat û bercewendiyên wî û lîstina bi çand û ziman û baweriyan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, yak u danpêdana navdewletî pê heye ku ew nûnerê rewa yê gelê Sûriyê ye, û ew ne tenê rikberî an jî rewşeke taybet bi hêzên şoreşê ye, lê ew ji bo tevaya gelê Sûriyê ye, ew sûrî li ku bin yan helwesta wan çi be, û armanca wî ew e guhertina ji kok de ya vê rijêmê û avakirina rijêma demoqrat a berdêl e, ne tenê ji bo rikberan û gelê bi şoreşê rabûye, lê ji tevaya gelê Sûriyê re,û gotara wê ji bo her kesê di hundurê sûriya û devî wê ye jî, ji bo bi erkên xwe rabin, dûrî tolhildan û jinavbirina ti aliyekî, û daxwaza lihevhatina niştimanî û dadmendiya veguhêz û mukumkirina yekbûna niştimanî û aştiya gelêrî û parastian yekbûna ciyografya û siyaset û civaka welat dike, û sepandina jiyana hevbeş di nav tevaya takekesên gel de, raman û baweriyên wan ên siyasî çi bin bila bibin.