Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser pêwîstiya jihevcudakirina helwestên navdewletî û serederiya corbecor bi tiştê ji deh salan de li Sûriyê dibe re dike, di nav de helwestên ji şoreşa gelê Sûrî û maf û hêviyên wî, her weha helwestên ji tewanên rijêmê dijî Sûriyan û binpêkirinên pêkanîne û wêrankirin û belayên bi ser Sûriyê de anîne.
Gelê Sûriyê li helwestên navdewletî temaşe dike û ew dikare wan jihev derxîne, û bi zelalî red dike ku tevde di heman spetê de bin, ji ber ku cudahiyeke mezin heye di navbera yê piştgiriya gelê Sûriyê dike û li kêlekê radiweste û navbera yê piştgiriya rijêmê û tewan û binpêkirinên wê dike.
Paşguhkirina van cudahiyên gewherî tevlihevkirina kaxetan e, û ruxsetdana dagîrkirinê û binpêkirina mafên mirovan e, û sivikdîtina tewanên cengê û binpêkirên tewanên ku bi çekên kîmawî bikar anîne û xelk koçber kirine û guhertina demografî pêk anîne, wek van helwestan dê bihêlin rijêm li ser helwestên xwe yên jikarêxistina çareya siyasî bimîne, û wek behane ji dagîrkeriya Îranî û Rûsî re û astengkirina tevaya rêyên çareseriyê ye.
Hevbendî tekez dike ku lihevkirinên li bakurê Sûriyê çêbûne û helwestên ku Tirkiyê rahiştiniyê, bi rengekî yekser alîkarî di parastina penaberan û ewlehîyê de kirine, û encamên bêkêriya navdewletî ya ji salan de berdewam e sivik kirin, û nehişt ku rijêm û Îran bobelatin mezin bi serê gelê me li bakurê welêt pêk bînin.
Hevbendiya Niştimanî careke din bi navê gelê Sûrî sipasiya xwe ji tevaya xebatên herêmî û navdewletî yên li kêleka maf û hêviyên gelê Sûrî rawestiyane û piştgiriya şoreşê dijî sitemkariyê û tewan dagîrkariyê nû dike, her kesên koçberkirî pêşwazî kirin û di parastina bi melyonên derbideran de alîkar bû, û li kêleka hêzên nûnertiya gelê Sûrî dikin û yekitiya welêt diparêzin rawestiya, û nehiştin hewlên parçekirina welêt bi ser bikeve.
Gelê Sûrî bi tevaya pêkhat û beşên xwe ve li benda helwestin navdewletî û herêmî yên bîhtir cidî ne, û bêhtir pabend be bi piştgiriya doza wî, û kar li ser bidawîkirina vê tirajîdiya berdewam di riya xurtkirina derfetên çareya siyasî bibe, û seqayên guncaw dabîn bike ji bo ku bihêle rijêm tevlî pirosesa siyasî bibe, daku bighîne cîbicîkirina biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 çirya pêşî 2020