Amerîka û Fransa, duh pêncşemê, hişyarî dan rijêma Esed li ser bikaranîna tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan li Siwêdaya li başûrê Sûriyê, ji ber ku rijêma Esed xwepêşanderên aştiyane bi guleyên rasteqîn armanc kirin.
Û Balyozxaneya Amerîka li Şamê di daxwiyaniyekê ku li ser rûpela wê ya fermî ya Facebookê hatibû belavkirin de, gotiye: “Em ji raporên bikaranîna hêzê ji aliyê rijêmê ve li Siwêdayê nîgeran in” û weha jî got: “Em piştgiriya mafê gelê Sûriyê di xwepêşandanên bi awayekî aştiyane de ji bo rûmet, azadî, ewlehî û dadweriyê dikin.”
Û Balyozxaneya Amerîkayê tekez kir ku çareseriya siyasî ya li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, “take-çareserî ye.”
Û Nûnera taybet a Fransa bo Sûriyê, Brigitte Cormi, dilgiraniya xwe ya kûr derbarê gurkirina tundûtûjiyê li devera Siwêdayê li başûrê Sûriyê anî ziman, û Cormi di tiwîteke xwe de li ser platforma “X”ê got ku piştî sê hefteyan ji tevgera gelêrî ya berdewam, nûçeyên ku îro ji Siwêdayê dighêjin me cihê nîgeraniyê ne, û divê rijêm hêzê li dijî xwepêşanderên aştiyane bikar neyne.
Ji aliyekî din ve, nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê, Geir Pedersen, dilgiraniya xwe derbarê rewşa Siwêdayê nîşan da, û di twîteke xwe de li ser platforma “X”ê got: “Ez di şopandina bi nîgeranî ya rewşa Siwêdayê de berdewam im”, û tekeziyê li ser pêwîstiya parastina sivîlan û rêzgirtina mafên xwepêşandanên aştiyane dikim.”
Û ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de got ku gurkirina metirsîdar ji aliyê rijêma Esed ve, bi armanckirina xwepêşanderên aştiyane li bajarê Siwêdayê bi guleyên zindî, ku di encamê de hejmarek kes birîdar bûne, şermezar kir, û got ku ev şêwe kiryarên rijêma Esed yên tund û tawanên wê li dijî xwepêşanderên aştiyane di sala 2011an de tîne bîra sûriyan.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku berdewamiya rijêma Esed li Sûriyê dê bibe sedema qeyranên zêdetir û kûrtir li ser hemû astan, herwiha tekez kir ku pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê girêdayî pêkanîna veguhestina siyasî ye, bi rêya cîbicîkirina tam ji biryara 2254an ya Encûmena Ewlekariyê re, û xurtkirina Sûriyan ji bo çarenivîsa xwe ya avakirina Sûriya paşerojê ya ku li ser bingeha pirensîpên azadî, demokrasî û serweriya yasayê û mafê mirovan ava bibe, bi dest xwe ve bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî