Rojnameya Washington Post, got ku bazirganiya keresteyên hişbir bûye çavkaniya sereke ya piştevaniyê ji milîsên mezhebî yên Îranî re, û anî ziman ku Esed aniha dikare “postê padîşahê keresteyên hişbir” li serboriya xwe ya tawankariyê zêde bike.
Û rojnameyê di raporeke nû de bi sernavê “Împaratoriya keresteyên hişber ya Esed, milîsên ser bi Îran ve fînanse dike”, û rojnameyê diyar kir ku bazirganiya Captagonê bûye alavek ji bo bidestxistina desthilatê li bal rijêma Esed, û bûye çavkaniyek sereke ya dahatê ji milîsên ku Îran piştgiriya wan dike re.
Û rojnameyê got ku çêkirina Captagon rasterast bi hêzên rijêmê û malbata Beşar Esed ve girêdayî ye, û tekez kir ku li kêleka dîktatorîbûn û tawankariya wî ya cengê û kuştina wî ji hejmareke mezin ji xelkê re, Esed aniha dikare “postê padîşahê keresteyên hişber” li serboriya xwe zêde bike.
Û rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku rijêmê toreke belavkirinê ava kiriye, ku xwe dispêre hevkariya li gel milîsên Hizbullah yên terorîst û mafyaya Îtalî, ji bo hinardekirina Captagonê bo Ewropa û deverên curbicur ên cîhanê, û salane bimilyarên dolaran ji wê bazirganiyê werdigre.
Û rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku dewletên Kendavê ji belaya Captagonê pir bêzar bûne, lewma zû berê xwe dan normalkirina têkliyan bi Esed re, bi hêviya ku hinardekirina wan keresteyan bo wan dewlatan rawestîne, lê heta niha Esed şiyana xwe di vî warî de bi kar tîne û Hinardekirina Captagonê berdewam e, û navbeynkarên ku keresteryên hişbir vediguhêzin dewletên Kendavê, ew bi xwe peyayên hin milîsên ku Îran piştgirîya wan dike ne.
Û rojnameyê tekez kir ku rijêma Esed îro wek rêxistineke mafya tevdigere ne wek dewletekê, û ji civaka navdewletî xwest ku danûstandinê li ser vê bingehê pêra bike, û hişyarî da ku eger rijêma Esed berdewam be di fînansekirina terorê de, di rêya bazirganiya keresteyên hişber re, dê keresteyên hişber û teror li deverê bibin belaya ku dever ji rewşa ku niha têde ye xirabtir bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniya xwe ya vê dawiyê de li ser proje-yasaya “Captagon 2” ji bo qedexekirina bazirganiya keresteyên hişbir ji aliyê rijêma Esed ve, tekez kiribû ku rijêma Esed Sûriya kiriye dewletek ku keresteyên hişber çêdike û derdixe dewletên deryaya Sipî, û bi rêya wan re ji bo tevaya cîhanê dişîne, û xweşhaliya xwe bi pesendkirina Komîteya Têkliyên Derve di Encumena Nûneran a Amerîkayê de ji projebiryarê re anî ziman.
Û cext kir ku Captagona ku ji aliyê rijêma Esed ve tê çêkirin û hinardekirin, ne tenê metirsî ji Sûriya û deverê re ye, lêbelê bûye metirsiyek rasteqîn û aştî û ewlehiya navdewletî têk dibe, û ew çavkaniyek diravan a mezin e, rijêma Esed û milîsên pêve girêdayî xwedî dike, û şiyanên wan li ser berdewamiya pêkanîna tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê xurt dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî