Encûmena Xwecihî ya bajarê Babê yê gundewarê Helebê yê ser bi Wezareta Rêvebiriya Xwecihî ve di Hukûmeta Sûrî ya Demkî ne, bi hevkariya li gel Navenda Anadol a Rewşenbîrî, pirtûkxaneya xwecihî li navenda Elanedol ya çandî bi amadebûna Serokê Encûmena Xwecihî Heysem Elşihabî û alîkarê rêvebirê perwerdeyê Xalid Etaş û hejmarek ji rûsipiyên bajêr vekir.
Û Serokê Encûmen û endamê Hevbendiya Niştimanî Heysem Elşihabî, bal kişand ser wê yekê ku pirtûkxaneya xwecihî pirtûkxaneyeke giştî ya herkesî ye, û derfetê li pêşiya xwendekar û ciwanan vedike ku sûdê ji xizmetguzariyên curbecur bibînin, çi ji bo xwendinê be, an wergirtina demikî ya pirtûkan jê be, û got ku derdora çar hezar pirtûkê di pirtûkxneyê de hene, û têra rûniştina 50 kesî dike.
Û Elşihabî tekez kir ku vekirina pirtûkxaneyê di çarçoveya piştgirîkirina pirojeyên geşepêdana domdar de tê, nemaze di warê pêşdebirina microvan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî