Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, got ku bajarê Dêrezorê hewcedarî guhdan û alîkariyên mezin e, ji ber qebareya mezin a wêraniya bajêr ji encama operasiyonên bombebarankirina sîstematîk ji aliyê hêzên rêjîmê ve di dema 13 salan de.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Ebduletîf eşkere kir ku bajarê Dêrezorê ji ber paşguhkirina rejîma berê rewşa wî xerab e, ji ber ku pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê tê de nîn in, çi di warê tenduristiyê de an debara jiyanê de be, û anî ziman ku ji 27 taxên bajêr tenê 3 tax cihên bicîbûnê ne, dibe ku ev yek vegera penaberan bo bajêr dereng bixe.
Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku parêzgeha Dêrezorê jêdera gelek samanên av, neft û çandiniyê ye, ji bo hêsankirina proseya nûavakirinê alîkar in, û daxwaza alîkariyên navdewletî yên bilez ji bo rizgarkirina bajêr, û veberhênana di jêrxane û bingeha bazirganî de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî