Rêvebera Peywendiyan di Komîteya Hevbeş a Sûrî-Tirkî de û endama Girûpa Karê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Înas El Necar, li Enqere paytaxta Tirkiyê, bi Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Mehmet Aktaş re civiya, pê re pêşhatên dawî yên girêdayî Sûriyê û rewşa Sûriyên li Tirkiyê, di nav de kêşeyên ku ew rû bi rû dibin û mekanîzmayên texmînkirî ji bo mukumkirina aramiya wan û baştirkirina rewşa jiyana wan, gengeş kirin.
Necar tekezî li ser giringiya wergirtina sûriyan ji destûra çûn û hatina bo Sûriyê re kir, ji ber ku roleke sereke ya vê gavê heye ji bo pêkaniya serdana wan ji mal û kesûkarên xwe re û alîkirina wan di standina biryarên rast de derbarê vegera bi dilxwazî ya kesên ku dixwazin vegerin bi awayekî ku di berjewendiya her kesî de ye.
Ji aliyê xwe ve Aktaş di civînê de tekezî li ser pabendbûna dewleta Tirkiyê bi piştevaniya gelê Sûriyê kir û diyar kir ku ti biryarek derbarê neçarkirina sûriyan li ser vegera welatê wan nîne û deriyê Tirkiyê dê ji her kesî re vekirî bimîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî