Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, bang li desthilata Lîbya ya li Benîxazî kir ku penaberên Sûrî yên ku ji ber pîrozkirina rûxandina rêjîma Esed ya hilweşiyayî hatibûn girtin serbest berde.
Rahma di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku gelê sûriyê ji nêzîkî 14 sal de li benda vê kêliya ruxîna rêjîma tawankar e, û kêfxweşiya wî a bi vê rûxandinê ne kêmtir bû ji ya hemû welatên Erebî û Îslamî.
Rehma bal kişand ser pêwîstiya azadkirina penaberên sûrî bi rengekî yekser û serederiya bi awayekî baş bi wan re û pabendbûn bi yasaya mirovî ya navdewletî û mafên mirovan, hêsankirina şert û mercên jiyana wan heta temambûna qonaxa veguhêz li Sûriyê û dabînkirina jîngeheke ewle û bêalî ya garantiya vegera bi dilxwazî ya hemû penaberan e.
Li gorî Kombûna Azadên Houranê, desthilata Benîxazî ya Lîbyayê berî nêzîkî 12 rojan bi dehan Sûrî girtin dema ku beşdarî di meşa pîrozbahiya rûxandina rêjîma Beşar Esed de li bajarê Benîxazî bûn, bi tometbarkirina wan bi piştgirîkirina terorîzmê.
Jêdereke nêzîkî yek ji girtiyan li Lîbyayê ji Kombûna Azadên Houranê re ragihand ku hêzên ser bi desthilata Benîxazî ve zêdetir ji 80 kesên ji parêzgeha Deraa binçav kirine, û daxwaza dana 4000 dolar li hember azadkirina her kesekî ji malbatên wan kirine.
Kombûnê tekez kir ku desthilata Benîxazî tawanên bêbextî xistin hustê xortên girtî de, bi sedema beşdarbûna wan di pîrozbahiya vê dawiyê ya rûxana Esed de, û diyar kir ku hemû girtî sivîl in û ne girêdayî hêzeke leşkerî ne û di warê avahîsazî û xeratiyê de kar dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî