Hikûmeta Sûrî ya Demkî got ku wê sîstema wizeya rojê li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê, bi şiyana 40 hespî cîbicî kir, bi armanca dabînkirina avê ji niştecihên herdû taxên Elqews û Elnifûs re li bajêr bi awayekî berdewam.
Û Hikûmeta Sûrî ya Demkî bal kişand ser ku ev piroje weke pêngaveke stratîjîk e bo xurtkirina piştbestina bi jêderên wizeya vejîndar û misogerkirina dabînkirina avê bo civaka xwecihî bi awayekî berdewam û di jîngehek pak de.
Û Encûmena Xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya girêdayî Wezareta Rêvebiriya Xwecihî di Hikûmeta Demkî de, berî bi demekê kar li ser wizeya nûkirî wek stratîjiyekê bo pêkanîna geşepêdana domdar kir, û bi karê sîstema tabloyên wizeya rojê bo misogerkirina dabînkirina avê bo niştecihan rabû.
Û Hikûmeta Sûrî ya Demkî giringiyeke mezin dide herdû bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî, da ku ketwarê jiyanê li wir çak bibe, nemaze di dema dorpêçkirina ku li ser deverê tête sepandin, û Serokê Hikûmetê Ebdilrihman Mustefa hefteya bûrî baregeheke nû ya Hikûmetê li bajarê Serê Kaniyê vekir, wek beşekî ji pilana wê ya xurtkirina pergala saziyên wê de û zêdekirina pêwendiyan li gel xelkê deverê.
Û Hikûmeta Demkî tekezî li ser mukumkirina hebûna xwe li devera rojhilatê Ferêt kir, ji ber ku dê bi awayekî erênî sûdê bighîne deverê bi giştî, û çarçoveya xizmetguzariyên têne pêşkêşkirin berfirehtir û baştir bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî