Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Zuhêr Mihemed, xweşhaliya xwe bi redkirina Dadgeha Bilind a Birîtanya ji pilana Hikûmetê re ya şandina penaxwazan bo Rawendayê anî ziman, û amaje bi wê yekê kir ku destberdana ji vê biryarê baweriya bi Birîtanyayê û nirxên ku ew diparêze vedigerîne.
Û bal kişande ser wê yekê ku biryara berê ya Hikûmeta Brîtanya ya derbarê dersînorkirina penaxwazan de, gaveke ne di cihê xwe de bû, û ne rêya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan, û bal kişand ser ku ev biryar ne li gor nirx û prensîbên ku ew diparêze û dixwaze belav bike ye.
Û Mihemed tekez kir ku baştirîn çareserî ew e ku pirsgirêkên bingehîn ên piraniya penaxwazan çareser bibin, di nav de pirsgirêka bingehîn li Sûriyê, nemaze li gel sistbûna navdewletî derbarê dadpirsîna Rijêma Esed de li ser tawanên ku di 12 salên bûrî de li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, û ranebûna dewletan bi xebatên pêwîst ji bo pêşdebirina piroseya siyasî ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî karûbarê Sûriyê û di pêşî de herdû biryarên 2118 û 2254 yên ku tekeziyê li ser pêkanîna veguhêztina siyasî ya tam li welat dikin.
Û Hikûmeta Brîtanî dixwest pilana dersînorkirinê berve Rawenda cîbicî bike, û hejmarek ji penaberên Sûrî jî di nav wan de hene, lê komîteyeke ji pênc dadweran ji dadgeha herî bilind ya Birêtaniya pêk hat, û bi tevaya dengan biryara dadgehê pesend kirin, ji ber ku plana hikûmetê nakok in li gel pabendiyên Birîtanya ên li gor peymanên navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî