Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî, biryar da ku ew dê biryara dawî derbarê doza ku Holenda û Kenedayê li dijî rijêma Esed derbarê binpêkirina peymana dijatiya îşkencekirinê û reftarên nemirovane li dijî girtiyan û windakirina bi kotekî û ji bilî wan jî derbixe.
Û Serokê Tîma Yasayî ya Kenedî Alan Kessel got: “Biryara rijêmê ya beşdarnebûna di dozên îro de, dê wê ji arastekirinên dadgehê naparêze”, û got ku Kanada û Holenda ji rijêma Esed dixwazin ku bersivê derbarê Îşkencekirina berfereh li Sûriyê bide.
Û Kessel hejmarek ji daxwazan pêşkêşî dadgehê kirin, di nav wan de ku rijêma Esed yekser rêşûnên kartêker ji bo rawestandin û nehiştina hemû kiryarên ku dighêjin asta îşkencekirinê û kiryarên din ên danûstandinê an sizayên dijwar an yên nemirovî an riswakirinê bistîne.
Û biryara Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî derxistina biryara dawî ye, di roja pêncşema bê 16ê çirîya paşîn de, piştî tunekirina rûniştina guhdarkirinê ya duyem ya ku wê di 10ê çirîya pêşîn a bûrî de bû, bi sedema nebûna nûnerê rijêma Esed di rûniştina guhdarkirinê ya yekem de.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe bi pêngavên erênî yên Dadgeha Dadweriya Navdewletî di doseya dadgehkirina rijêma Esed de li ser tawanên ku li dijî Sûriyan ji sala 2011an de heta niha pêk anîne, anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ti aştî li Sûriyê bêyî pêkanîna dadweriyê û dadgehkirina tawankarên cengê û tawanên dijî mirovahiyê li Sûriyê nîne, û ku ev hewlên ji bo bicîanîna dadê ji qurbaniyan û malbatên wan re cihê guhdan û piştgiriyeke mezin e ji hêla tevaya gelê Sûriyê ve, yê ku li hêviya dadweriyê ye bo qurbaniyên van tawan û binpêkirinan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî