Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir ku herî kêm 1614 kesên bi darê zorê hatine windakirin ji aliyê rijêma Esed ve, wek mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de hatine tomarkirin, û hîn 96,000 kesên windakirî hene, û cext kir ku rijêm hîn jî bi awayekî hovane danûstandinê bi kêşa windakirîyan re dike.

Û di raporeke xwe de, ya bi sernavê “Rijêm herdu birayên çalakvan ên navdar Mu’az û Qusey Burhan, yên ku bi kotekî di navendên wê de hatibûn windakirin, wek mirî di dezgehên tomarkirina sivîlan de tomar dike” de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku rijêmê herî kêm 1614 windakiriyên kotekî di dezgehên tomarkirina sivîlan de tomar kirine, û hîn 96 hezar kesên windakirî hene.

Û Raporê cext kir ku rijêm ji sala 2018an ve, bi awayekî hovane serederiyê li gel mijara windakirina kotekî dike, û got ku ew ne tenê nêzîkî 96,000 welatiyên Sûrî yên ku hin ji wan bi salan winda bûne vedişêre, lêbelê ji sala 2018an ve wan weke mirî di tomergeha sivîlan de tomar dike, û bêhtirê caran malbatên wan agahdar nake.

Û rapora Torê diyar kir, ku wê di 9ê çirya paşîn ya niha de, belgeyek bi dest xistiye, têde mirina herdu birayên çalakvan “Qusey û Mu’az Burhan” di rêya Dezgeha Tomarkirina Sivîlan a gundewarê Şamê re, û daneyên ku di belgeyê de nîşan dide ku “Qusey” di 31/1/2014an de miriye û Mu’az jî di 16ê Sibata 2014an de miriye, bêyî ku tu hûrgiliyên din hebin, wek rewşa bêhtirê daneyên mirinê yên ku bidest xistine û di tomargehên xwe de parastine.

Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kiribû ku rijêma Esed li ser siyasetên xwe yên revandin û windakirina kotekî wek beşekî ji rêbaza cenga xwe li dijî gelê Sûriyê berdewam e, bi armanca jinavbirina serkêşên çalakvanan, û xistina tirsê di dilê gelê Sûriyê de, da vîna gel bişkîne, û rê li ber rêça azadî, dadwerî û rûmetê bigire.

Û Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî xwest ku biryarên xwe yên pêwendîdar cîbicî bike, û cextî li ser cîbicîkirina ragihandina cîhanî ya ji bo parastina kesan ji windakirina kotekî kir, û rewşên windakirinê û çarenivîsa kesê winda diyar bike, û rêşûnên guncav ji bo lêgerîna kesên winda û diyarkirina cihê wan û berdana wan bistîne, û ger mirî bin divê cihê termên wan eşkere bike, û bi awayekî rêzdarî wan terman vegerîne, her wiha misogerkirina mafê wan ê qerbokirinê, hember ziyana madî û manewî ya li wan bûye, û tawan dubare nebe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Dezgeha Tomarkirina SivîlanWindakirina Kotekî
Share4TweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan: Rijêma Esed û Hevalbendên wê di Ber Kuştina 67 Kesan di Heyva Çirîya Pêşîn a sala 2023an de li bakurê Sûriyê Berpsirs in
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan: Rijêma Esed û Hevalbendên wê di Ber Kuştina 67 Kesan di Heyva Çirîya Pêşîn a sala 2023an de li bakurê Sûriyê Berpsirs in

November 4, 2023
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêşwaziya Berpirsên Tîma START a Wezareta Derve ya Amerîkayê Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêşwaziya Berpirsên Tîma START a Wezareta Derve ya Amerîkayê Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.