Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku di heyva cotmeha bûrî de, rêjîma Esed 11 sivîl kuştine, 5 zarok û jinek di nav wan de hene, di heman demê de milîsên PYDê yên terorîst 11 sivîl kuştine, 2 zarok di nav wan de hene, û 9 sivîlên ku 6 zarok û 3 jin di nav wan hene ji ber bombebarana Israîlê hatine kuştin, 47 sivîl jî bi destê aliyin din ên nenaskirî li Sûriyê hatine kuştin.
Di rapora ku di destpêka vê mehê de hatiye belavkirin de hatiye ku li parêzgeha Deraa rêjeya herî mezin a qurbaniyan hatiye tomarkirin ku gihiştiye %34 ji hejmara giştî, ku 22 kes ji wan li ser destê aliyin din hatine kuştin, paş re li parêzgeha Hesekê %17 ji hejmara kuştiyan hatiye tomarkirin, 12 kes ji wan hatine belgekirin.”
Raporê destnîşan kir ku êrîşan rasterast sivîl û cihên xuya yên sivîl kirine armanc, ji ber ku operesyonên bombebarkirî yên bêserûber bûn sedema wêrankirina navend û avahiyan û sedemên dikevin aqilan de hene ku dibe ev êrîş tawanên şer bin li gorî yasayên navdewletî.
Wî diyar kir ku “Qebareya binpêkirinên dubare, hêza zêde ya bi kar anîne, û şêwazê bombebarana bêserûber, nîşan didin ku ev êrîş di bin fermana pileyin bilind de û di çarçoveya siyasetek sîstematîk a ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin têne pêkanîn.”
Di raporê de hejmarek temînî hatine kirin, ku daxwaz ji Encumena Ewlekariyê ya NY kirine ku tedbîrên zêdetir li gorî biryara hejmar 2254 bistînin, û tekezî li ser pêwîstiya şandina dosya Sûriyê bo dadgeha tawanan ya navdewletî kir, ji bo hemû kesên destê wan di tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên cengê de heye bên sizadan, her wiha daxwaza zêdekirina alîkariyên mirovî ji Neteweyên Yekbûyî kir.
Raporê tekezî li ser pêwîstiya ku rêjîm “bombebarankirina bêserûber û armanckirina deverên niştecihbûnê, nexweşxane, dibistan û bazaran rawestîne, her wiha daxwaza rawestandina operasiyonên eşkencekirinê ku bûne sedema mirina bi hezarên welatiyan di girtîgehan de kir “.
Raporê bang li Komîsyona Lêkolînan ya Navdewletî ya Serbixwe (COI) kir ji bo “lêkolînên berfireh li ser dozên ku di vê raportê de hatine behskirin û raporên berê veke, û tekezî li ser amadebûna torê ji bo hevkariyê û pêşkêşkirina nîşanên pêwîst kir, her weha cextî li ser pêwîstiya giringîdana raporên li ser mijara mayin û bombeyên goşeyî kir.”
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ko Rêjîma Esed hîn sûr e li ser pêkanîna tawan û binpêkirinên dubare li dijî Sûriyan, di çarçoveya berdewamiya rêbaza wê ya leşkerî û redkirina çareseriya siyasî de û tekez kir ku pêwîst e civaka navdewletî bilez bi van binpêkirinan re serederiyê bike ji bo rawestandina wan û parastina gelê Sûriyê û peydakirina mekanîzmayên neçarkirinê ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li gorî biryara
2254.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî