Rêveberê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî, Raîd El-Saleh, beşdarî civîna Encûmena Ewlekariyê ya ku ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê ya roja çarşemê hat lidarxistin bû.
El-Saleh tekezî li ser berpirsiyariya civaka navdewletî kir ji bo rawestandina tawanên li dijî sivîlan yên ji aliyê Rûsiya û rêjîma Esed ve tên pêkanîn, nemaze piştî gurkirina metirsîdar li dijî sivîlan û navendên jîndariyê.
El-Saleh got: “Ez careke din berpirsiyariya civaka navdewletî ya rawestandina tawanên li dijî Sûriyê bi bîr tînim”, û got ku “di rojên bûrî de, rêjîmê bi mebest sivîl kirin armanc û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.”
Wî diyar kir ku Rûsiya êrîşên dijwar li ser Idlibê pêk anîn, û amaje kir ku “Rûsya êrîşên hovane pêk anîn û çar nexweşxane li Idlibê ji xizmetê derxistin”, û bajarê Helebê rastî êrîşên bi heman rengî hat, piştî ku kontrola rêjîmê li ser nema.
El-Saleh tekez kir ku rêjîma Esed bi mebest karmendên mirovî armanc kirin, û da zanîn ku di rojên bûrî de, Berevaniya Sivîl rûbirûyî encamên armanckirina cihên sivîl, nexweşxane û dêran bajarê Helebê bû.
El-Saleh daxwaza tevgereke navdewletî ya lezgîn kir û got: “Divê civaka navdewletî bi awayekî cidî kar bike ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê li dijî Sûriyan”, û daxwaz ji Rûsyayê kir ku dest ji piştgiriya rêjîmê û astengkirina rêya edalet û hesabpirsînê berde.”
Di dumahiyê de, El-Saleh bal kişand ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê, û tekez kir ku pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke siyasî û pêşxistina planeke veguhêz ji bo rêvebirina Sûriyê heye.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî