Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûriyê ya Demkî de, diyar kir ku hejmara qurbaniyên sivîl di meha borî de li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî 68 kes bûn, 12 jin û 24 zarok di nav wan de hebûn, herwiha birîndarbûna 171 kesan, 41 ji wan jin û 54 zarok bûn.
Û di rapora xwe ya heyvane ya derbarê hejmara qurbaniyên sivîl di heyama heyva bûrî de, Rêvebiriyê bal kişand ser ku milîsên PYDe yên terorîst di ber kuştina mirovekî û birîndarbûna du zarokan de berpisyar bûn.
Û Rêvebiriyê bibîr anî ku hejmara giştî ya operasiyonên armanckirinê di heyva bûrî de, 490 operesyonên armancgirtinê bûn, û rijêma Esed û hevalbendên wê di ber 484 operasiyonan de berpirsyar bûn, di dema ku milîsên PYDe yên terorîst di ber 6 operasiyonên armancgirtinê de berpirsyar bûn.
Û Rêvebiriyê bal kişand ser wê yekê ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber pêkanîna sê komkujiyan de berpisyar bûn, yek jê li Elqerqor li gundewarê Hemayê bû, û komkujiyek li herêma Eletarib û komkujiyek li kampa Xelkê Seraqib li gundewarê Idlibê bû.
Û Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan, diyar kir ku armanckirina cih û navendên girîng ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê ve, gihişte 22 operesyonên armancgirtinê, û rijêm û hevalbendên wê 7 caran çekên li ser asta navdewletî qedexekirî bikar anîn, ji wan 6 bi çekên fosforî bûn, û yek ji wan êrîşan bi çekên goşeyî bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî