Hevrêzkara Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn, û endamê Hevbendiya Niştimanî Esed Elîto, beşdarî di civîneke berfireh de, bi amadebûna nûnerên çalakiyên sivîl û civakî, çalakvan, sendîka, yekîtî, partî û komeleyên şoreşgerî, kirin.
Û Civîn ji aliyê Yekîneya Piştgiriya Aramiyê ve, bi hevkariya Yekîtiya Sendîkayên Pîşeyî û Zanistî û yekîtiyên Azad li Sûriyê û Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî, hate birêvebirin, bi mebesta ku gelek mijarên girîng li ser asta şoreşa Sûrî û pêşketinên bûyeran û paşeroja wê gengeşe bikin.
Û Civîn li ser du tewerên sereke hat dabeşkirin, di yê yekem de, nûneratiya rasteqîn a kolana Sûrî û aliyê ku rewatiya wî heye ji bo nûnertiya kolana Sûrî bike, û gengaziya gihîştina wê nûnertiya rasteqîn, hat gengeşekirin.
Û di tewerê duyem de, girîngtirîn peyam û daxwazên ku ji aliyê saziyên çalakiyên sivîl û şoreşgerî ve ji rikberiya Sûriyê re hatine arastekirin, her wiha rexneyên ku li nûnertiya rikberiyê dibin, hatin gengeşekirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn, tekez kir ku ramanên ku di civînê de hatine pêşkêşkirin pir nirxdar bûn, û nîşana daxwaza rasteqîn a kolana şoreşê ye, ji bo rastkirina rêya rikberiya Sûrî û karê wê, û pêkanîna daxwazên şoreşa Sûrî di azadî, rûmet û demoqrasiyê de.
Û Rehmûn diyar kir ku gengeşeyên ku di civînê de hatin kirin, me kêfxweş û dilşad dikin, ji ber ku sernavê bernameya karê Hevbendiya Niştimanî ji bo qonaxa dahatî ew e, ku beşdarbûn û hevkarî ji bo guhertina ketwarê Sûriyê pêk werin, û got ku dê hemû daxwaz ji Desteya Serokatiyê û ya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî re bên veguhestin, da ku kar li ser wan bibe, û wê têxin çarçoveya planek kar ji bo qonaxa dahatî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî