Çalakvanin Sûrî daxwaza îmzakirina daxwaznameyekê kirin, ku têde daxwaz ji Îmaratên Erebî yên Yekbûyî dikin ku vexwandina rijêma Esed a ji bo beşdariya di 28emîn civîna Lûtkeya Rewşa Hewayê ya Cîhanî de tune bike.
Û ev yek di deqa daxwaznameyekê de ku rêxistina “Helmeta Sûrî” ya pispor di rêxistinkirina helmet û destpêşxeriyên ji bo Sûriyê şandiye de hat, û heta niha 5500 kesan li seranserê cîhanê ew daxwazname îmze kirine.
Û daxwaznameyê tekez kir ku li şûna ku rijêma Esed bê sizadan li ser tawanên ku dermafê sivîlan pêk anîne, derfeteke baş didin wê ji bo tawanên xwe yên li dijî mirovahiyê di yekemîn konferansa xwe ya navdewletî de ji sala 2011an ve sipî bike.
Û daxwaznameyê hişyarî da ku eger Esed bigihêje danûstandinên Rewşa Hewayê yên Netewên Yekbûyî, her silavek an wêneyek pêre dê mîna “xiniziyeke metirsîdar be ji qurbaniyên hovîtiya wê re” li Sûriyê.
Û daxwaznameyê red kir ku rijêm wek aliyekî ” Guh dide Rewşa Hewayê û Parastina Goka Zemînê” bê dîtin, û diyar kir ku rijêmê di deh salên bûrî de tevahiya bajar û bajarokên Sûriyê dorpêç û bombebaran kirin, û bi milyonan kes ji warên wan koçber kirin, û bi mebest zeviyên cotkaran şewitandin, ji bo gelê Sûriyê birçî bike.
Û daxwaznameyê got ku rijêmê 222 caran çekên kîmawî di 12 salên bûrî de bikar anine, û tekez kir ku armanca wê “têkbirina her kes û her tiştê ku gefê li desthilata wê dike” ye, û bal kişand ser ku di heyva bûrî tenê de hêzên rijêmê heft nexweşxane û 13 dibistan armanca kirin, û 66 sivîl li bakurê rojavayê Sûriyê kuştin.
Û daxwaznameyê ji Îmarat û Netewên Yekbûyî xwest ku helwestek hevbeş bistîtinin ji bo rê li pêş bidestxistina Esed ji platformekê re di lûtkeya Rewşa Hewayê de bigirin, yên ku wê mîna pesendkirina rizgarbûna rijêmê ji sizayan û pêkanîna wê ji tawanên li dijî mirovatiyê re be, û daxwaznameyê cext kir ku asayîkirina têkliyan bi rijêmê re dihêle ku hemû hewlên têne kirin bo sizakirina rijêmê li ser tawanên ku pêk anîne, û sîstemên yasayên navdewletî yên ku armanca wan parastina ewlehiya me hemûyan e, bêwate bin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku her pêşwaziyek ji tawankar Beşar Esed re, mîna xelatekê ye jê re, li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, û pişguhkirin e ji qurbaniyên Sûriyê re yên ji berî 12 salan de dikevin, û jibîrkirina qurbaniyên ku li benda pêkanîna dadmendiyê ne, û destberdan e ji gelê Sûriyê yê şoreşger yê ku daxwaza azadiyê dike.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku Esedê tawankar ne nûnerê Sûriyê ye, û dît ku nayê pejrandin ku hin dewlet vê rijêma tawankar mîna rijêmeke rewa bibînin, piştî ku bisedhezaran tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê dermafê gelê Sûriyê pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî