Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, hêzên ewlekariya rijêma Esed bi rawestana li pişt piraniya operasyonên kuştinê li parêzgeha Derayê li başûrê welêt tometbar kirin, û dît ku armanca wan operasyonan ew e, ku şoreşger û kesên rikberên rijêmê li parêzgeh bi dawî bibin, û hêzên Îranê yên mezhebî bihêztir bikin.
Û Elasimî îro duşemê di daxwiyaniyin taybet de, got ku hêzên ewlekariya rijêma Esed di riya destekên xwe re, operasyoên kuştinê bi berdewamî dermafê şoreşgerên destpêkê yên ku di nav rêzên Artêşa Sûrî yê Azad de bûn, pêk tînin.
Û Elasimî got ku ev operasyon giyanê şoreşgerî li tevaya parêzgehê armanc dike, û bal kişand ser ku rijêm di riya pêşkêşkirina piştgiriya bêsînor û rêxweşkirina ji rêxistinên mîna DAIŞ re, hişt ku Îran di riya milîsên xwe re bi awayekî berfireh belav bibe, û deverên mezin ên parêzgehê kontrol bike.
Tê zanîn ku operasyonên kuştina azadîxwaz û rikberên rijêma Esed li parêzgeha Derayê, ji roja ku rijêmê parêzgeh di tîrmeha 2018an de kontirol kiriye de, dest pê kirin, û ew helmet bûn sedema pêkanîna ne kêmtir ji 1983 operasyonên kuştinê, yên ku bûne sedema kuştina ne kêmtir ji 1323 kesan ji sala 2018an de, ta dawiya heyva bûrî ya çirîya pêşîn 2023, li gorî Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan di Kombenda Azadîxwazên Horanê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî