Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, îro li baregeha Hevbendiyê, li gel berpirsên tîma START ya Wezareta Derve ya Amerîka civiya, û bi wan re pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Û di civînê de Cîgirên Serok Ebdulmejîd Berekat û Dîma Mûsa û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî amade bûn.
Û civînê bi gotûbêjkirina dawîtirîn pêşketinên piroseya siyasî di dema berdewamiya siyasetên rêgirtin û astengkirinê ji aliyê rijêmê ve û di bin siya pêşketinên ku dever têre derbas dibe de, dest pê kir.
Û Serokê Hevbendiyê bal kişand ser Hewlên Desteya Danûstandinanê ya Sûrî di vî warî de, û bizavên wê yên berdewam ji bo handana Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî ku mîkanîzmayên bibandor deynin, da ku bighêjin çareseriyeke siyasî ya ku pêkanîna tam û vebir ji biryarên Encumena Ewlekariyê re, yên girêdayî doza Sûriyê û ya herî girîng biryara 2254 bicî bikin, ji ber ku hemû çareseriyên perçekirî yên ku bi sedemên bingehîn ên ku gelê Sûriyê bo wê serî hildaye û qurbanî dane nabînin, têk çûn.
Û Elbehra ketwarê deverên rizgarkirî û pirojeyên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya ser bi Hevbendiyê ve, ji bo aktîvkirina aboriya xwecihî pê radibe, û astengên mezin ên ku rastî karê wê tên, ji bo peydakirina hewcedariyên tevaya niştciyan û piştgiriya pêdariya wan di dema kêmbûna alîkariyên navdewletî û zêdebûna pêdviyên mirovî yên sereke de berçav kir.
Û Elbehra tekez kir ku planeke kar heye, ku Hevbendî hewl dide bi rêya Hikûmeta Demkî ji bo baştirkirina ketwarê ewlehî, yasayî û aborî li deverên rizgarkirî cîbicî bike, û jîngehek ku veberhênanê geş bike biafirîne, û hewl bide ku ewlehî û aramiyê ji niştecihan re peyda bike, bi armanca guhertina ketwarê deverê, da li gor dil û daxwazên Sûriyan be.
Û Seroka siyasî ya Tîma Bersivdanê ya Alîkariya di qonaxa veguhêz de li Sûriyê “START” ya ser bi Wezareta Derve ya Amerîka ve, tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka ji çareseriya siyasî li Sûriyê re li gor biryara Encumena Ewlekariyê jimar 2254 (2015) kir, û cextî li ser pabendbûna welatê xwe ya berdewam bi mafê gelê Sûriyê di pêkanîna daxwazên wî yên rewa û dabînkirina pêdiviyên mirovî de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî