Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Elxetîb, tekez kir ku Îranê Sûriya kiriye weke meydanekê ji ezmûnkirina çekên xwe re, her wek ku Rusya dike, û got ku sivîlên Sûrî qurbaniyên wan ezmûnan in.
Û Elxetîb di daxwiyaniyin taybet de, îro sêşemê, got ku nema Îran ezmûnkirina çekên xwe li Sûriyê vedişêre, lêbelê ew êdî bêtirs wê yekê radighîne, û ev dijîtiyeke eşkere ji civaka navdewletî û biryarên wê re ye, û cextî li ser pêwîstiya rawestana di rûyê metirsiya berfirehbûna Îranê li Sûriyê û dewletên deverê kir, û nema bihêlin ew piştgiriya milîsên mezhebperest li piraniya dewletên ereban, ji bo cîbicîkirina siyasetên xwe yên tawankarî, bike.
Û Elxetîb got ku derketina di rûyê berfirehbûna Îranê li Sûriyê û dewletên derdorê û tevaya dewletên deverê, hewcedarî helwêsteke erebî ya yekgirtî ye, û bal kişand ser wê yekê ku ew helwesta yekgirtî dê sûdê bighîne dewletên ereb yên ku Îran destwerdanê di karûbarê wan de di riya milîsên xwe re dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî