Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Munzir Siras, tekez kir ku daxwiyaniyên Buseyne Şe’ban ên derbarê bombebarankirina nexweşxane û navendên pizîşkî li Gezayê, di çarçoweya bazirganiya bi doza Filistînê de ye û quretiyeke erzan e, ji aliyê kesekê ve ku bi dirêjahiya jiyana xwe hevpara tawanên hovane yên ku rijêma Esed li dijî sivîlan li Sûriyê pêk anîne bû.
Û Siras îro Sêşemê, di daxwiyaniyeke taybet de, bal kişand ser wê yekê ku rijêma Esed bûye nimûneya hovîtî, kuştin û tawanan li seranserî cîhanê, û her karekî nebaş bi wê û kiryarên wê ve girêdayî ye, û got ku rijêma Esed tevaya cureyên tawanan pêk anîne, di nav de bombekirina nexweşxane, navendên giştî, perestgeh, rojnamevanan û karwanên alîkariyên mirovî.
Û cext kir ku tawanên dagîrkera Israîlî li dijî gelê Felestînê li Gezayê cihê şermezariyê ne, û lekeyeke reş li ser rûyê mirovahiyê ye, lê wî dît ku daxwiyaniyên şêwirdara rijêma Esed tiştekî ji weha mezintir e, ji ber ku ew hevpara pêkanîna tawanên ji wan kirêttir e.
Û Sras got ku ev daxwiyanî asta nizmiya ku cîhan îro gihiştiyê diyar dike, ji ber ku kujer û tawankar gotarên derbarê mirovahiyê pêşkêş dikin, û daxwaza berevaniyê di ber de dikin.
Û li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji Adara 2011an ve heta heyva çirîya paşîn ya em têde, 897 navendên pizîşkî ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê ve hatine armanckirin, û bal kişand ser ku di heyva çirîya pêşîn ya bûrî de, ne kêmtir ji 85 êrîşan dijî navendên girîng ên sivîl hatin pêkanîn, û 74 ji wan li ser destê hêzên rijêmê bûn, û bêhtirê wan li parêzgehên Idlib û Helebê bûn, û di nav wan êrîşan de raporê 27 bûyerên dijminkariya li ser navendên perwerdehiyê, 11 li ser navendên tenduristiyê û 13 li ser perestgehan belgeh kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî