Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Besme Mihemed, got ku rijêma Esed berpisyar e di ber hilweşîna avahiyan ji nişkave bi ser serê niştecihên wan de li hin deveran, ji ber ku ji heyva adarê de bi awayekî bêserûber curbecur deverên Sûrî armanca kirin, û bû sedema hilweşîna avahiyan.
Û Mihemed di daxwiyaniyên taybet de îro got ku hêzên rijêmê deverên sivîl û jîndariyê bi çekên giran bi bêserûberî bi dirêjiya 12 salan armanca kirin, û ew jî sedem bû ku bêhtirê avahiyan ji niştecihbûnê re neguncav bin, û li ber hilweşînê ne.
Û bal kişand ser ku piraniya malbatan vegeriyan ji bo ku di mal û avahiyên xwe yên wêranbûyî yên li ber hilweşînê de bijîn, tevî ku ew xanî ji niştecihbûnê re neguncav in, ji ber nekarîna wan ya aborî ku li cihên din yên ku ewletir bijîn.
Û Mihemed diyar kir ku rijêmê hişt ku gendelî belav bibe, û destûr da bazirganên pê ve girêdayî ku xaniyên ne li gorî mercên endezyarî û yasayî ava bikin, bêyî ku mercên mîmarî li ber çavan bigirin.
Û Medyaya xwecihî diyar kir ku duh, duşemê, li devera Eltadamun li başûrê Şamê, avahiyeke neyasayî, ya ku ji 6 qatan pêk dihat, bi ser serê nişteciyên wê û karkerên avakirinê de ket, û di encamê de kuştî û birîndar hene, di dema ku gelê deverê hê jî hewl dide ku kesên di bin kavilan de mane derxînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî