Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, li gel Şandera Firansî bo dosya Sûriyê Balyoz Brigitte Curmi û Konsolosê Giştî yê Firansî li Stanbolê Oliver Korn civiya, û bi wan re behsa pêşketinên piroseya siyasî di dosya Sûriyê de kir.
Û Camûs di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya pêşdebirina piroseya siyasî û nehiştina ku gelê Sûriyê bibe qurbanê milîsên derveyî sînor û rijêma Esed ya ku Sûriyê kiriye dewleteke têkçûyî kir.
Û cextî li ser giringiya hebûna piştgiriya siyasî û tevgereke navdewletî ya mezintir kir, da ku tirajîdiya Sûriyê ya ku ji sala 2011an de berdewam e bidawî bibe, û mîkanîzmeke kartêker bo bidawîkirina reva rijêmê ji cîbicîkirina biryarên navdewletî re bibîne.
Ji aliyê xwe ve Şanda Firansî tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji biryara 2254 û cîbicîkirina tam ji tevaya biryarên navdewletî yên ku daxwazên gelê Sûriyê pêk tînin, û berdewamiya piştgiriya morovî bo gelê Sûriyê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî