Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, bibîr anî ku hêzên rijêma Esed û Rusya, di heyva çirîya pêşîn ya bûrî de, 78 caran êrîş birine ser navendên jîndariyê yên sivîl li bakurê rojavayê Sûriyê, û piraniya wan êrîşan li ser herdu parêzgehên Heleb û Idlibê bû.
Û di rapora xwe ya mehane ya taybet bi şopandina mafên mirovan li Sûriyê de, ya ku duh duşemê derketiye, diyar kir ku ne kêmtir ji 85 bûyerên dijminkariyê dermafê navendên jîndariyê yên sivîl di heyva bûrî de pêk hatin.
Û Tora Mafnasî eşkere kir ku di nav êrîşên ku rijêma Esed û Rusya pêk anîne de, 27 bûyerên dijminkariyê li ser avahiyên perwerdeyê bûn, û 11 li ser avahiyên bizîşkî û 13 li ser perestgehên olî bûn.
Û rapora Tora Mafnasî, got ku belgeyên ku kom bûne balê dikşînin ser ku ev êrîş arasteyî sivîlan û cihên sivîl bûn, û êrîş û operasyonên bombebarankirina bêserûber bûn sedema wêrankirina avahî û xaniyan.
Û raporê cextî li ser pêwîstiya rawestandina operasyonên bombebarankirina bêserûber û armanckirina deverên niştecihbûnê û nexweşxane û dibistan û bazaran û bikaranîna cebilxaneyên qedexekirî û bermîlên teqîner ji aliyê rijêma Esed ve kir, û ku pabendiyê bi biryarên Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî û yasaya urfî û mirovahî bike.
Û raporê bal kişand ser ku operasyonên bêserûber yên ku milîsên PYDe yên terorîst pêk anîne, binpêkirineke eşkere ye ji yasaya navdewletî û mirovî re.
Û raporê tekez kir ku rijêma Esed yasaya mirovî ya navdewletî, yasaya urfî, û biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî bi taybet biryara jimar 2139, biryara jimar 2042 derbarê serbestberdana girtiyan û biryara jimar 2254 binpê kirin, ev tev jî bêyî ku were sizakirin.
Û Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku rêşûnên zêdetir piştî derketina biryara jimar 2254 bistîne, û cextî li ser pêwîstiya veguhestina dosya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û dadpirsîna hemû aliyên têkildar di nav wan de Rusya kir, piştî ku hate çespandin ku destê wê di pêkanîna tawanên cengê de heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî