Kombenda Rojnamevanên Sûrî di raporta xwe ya heyva çirîya paşîn a 2023an de, tekez kir ku rêjîma Esed hîna ya herî mtirsîdar e ji aliyê kuştina rojnamevanan de li welat, û bal kişand ser ku hejmara binpêkirinan di sala 2023an de li Sûriyê gihîştiye 25 binpêkirinan.
Navenda Sûriyê ya Azadiya Çapemeniyê di Kombenda Rojnamegerên Sûriyê de, diyar kir ku çalakvanê medyayî Mehmûd Elherbî (El-Kefrî) li bajarokê Ma’araba li gundewarê Deraayê ji aliyê komek çekdarên girêdayî rejîmê ve hat kuştin. Bi wê yekê hejmara qurbaniyên medyayê yên ku Navendê mirina wan ji sala 2011an vir ve belge kiriye gihiştiye 468 medyakaran.
Rêveberê navendê Ibrahîm Husên bal kişand ser ku berdewamiya rizgarbûna ji cezayê dema êrîş û tundûtûjiya li dijî rojnamevanan tê kirin, ew e ya ku dihêle rêjîm tawanên xwe yên li dijî rojnamevanan berdewam bike û azadiya derbirînê li welat tepeser bike.
Navendê birîndarbûna rojnamevana jin Du’a Elqeş tomar kir, di encama topbarana hêzên rêjîmê bi topa giran ji bajarê “Eldana” re, li bakurê Idlibê, di demeke berê di heyva çirîya pêşîn a 2023an de.
Raporê diyar kir ku dezgehên ewlekarî yên girêdayî rêjîma Esed rojnamevanê bi navê Beşar Necla di destpêka meha Mijdara borî de li gundewarê Laziqiyê girtiye, û ew heta roja belavkirina raportê di girtîgehê de bû.
Di raporta xwe de, Kombendê bang li civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar kir ku piştgiriyê bidin rojnamevanan û berevaniyê di ber wan de li Sûriyê bikin, û tekez kir garantîkirina dadpirsêna berpirsên di ber tawanên cengê de, faktoreke sereke ye ji bo rêgirtina li pêşiya wan di demên tên de.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî