Milîsên PYDe yên terorîst li bajarê Qamişlo yê bakurê rojhilatê Sûriyê, 2 keçên temen biçûk revandin, da ku wan bi darê zorê tevlî refên hêzên xwe bikin.
Û Dîndar Xaşo ku xizmekî wan her du keçan e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir, ku roja 17/10/2023an derdora demjimêr 6 danê êvarê, her du keçên bi navên (Mîrav) û (Sêmêl) ku temenê wan kêmî 18 salan e, ji ber deriyê mala dê û bavên wî (bapîrê wan zarokan) li taxa Elresafê, ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê yên ser bi milîsên PYDe yên terorîst ve hatin revandin, û ta niha venegeriyane.
Û bal kişand ser wê yekê ku milîsên PYDe yên terorîst ji berpirsiyariya leşkeriya neçar direvin, û red kir ku ew her du keç bi dilxwazî tevlî leşkeriya neçar bûbin, ji ber ku ew hîn biçûk in.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku nebûna fişareke rasteqîn ji aliyê civaka navdewletî û saziyên navdewletî yên mafên mirovan ve li ser milîsên PYDe yên terorîst dê bihêle ku ew di revandina zarokan û bicihkirina wan di kampên xwe de bi armanca leşkerkirina wan bi darê zorê berdewam bin.
Û Netewên Yekbûyî berî bi demekê gotibû ku 829 zarok ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve hatine leşkerkirin, û bal kişand ser wê yekê ku hejmara zarokên ku ji aliyê milîsên PYDe ve hatine leşkerkirin di heyama du salên dawî de bi rêjeya %80 zêde bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî