Kombenda Azadîxwazên Horanê got ku ciwanê bi navê Mihemed Hesen Elhemed ji bajarokê Mihece li gundewarê Deraa, di bin îşkenceyê di zîndana Sêdnaya ya Leşkerî de piştî du salan ji girtina wî hate kuştin, û Kombendê got ku xwediyên wî ciwanî duh roja yekşemê nûçeya mirinê di dema serdana birayê qurbanî ji bgirtîgehê re bihîstin, lê ti belge derbarê mirna wî nedan wan û termê wî nedîtine.
Û Kombendê diyar kir ku ciwanê bûye qurbanî berê endamekî Artêşa Azad bû, berî ku rijêm parêzgehê di nîvê sala 2018an de li gorî Rêkeftina Serrastkirina Rewşê bixe bin kontirola xwe de, û bal kişand ser ku ew ciwan ji hêla girûpekî ser bi şaxa ewlekariya leşkerî ve li bajarokê ku Qasim Elhoşan rêvebiriya wê dike, hatibû girtin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku berdewamiya kuştina girtiyan ji aliyê amûrên ewlekariyê yên rijêma Esed ve, piştrast dike ku ev rijêm guh nade biryarên navdewletî, û balê dişkîne ser ku piştî 12 salan ji kuştin û wêrankirinê hîn jî rijêm ji xwîna sûriyan têr nebûye, û ev yek hewcedarî tevgereke navdewletî ya rasteqîn e, da ku girtiyên di zêndanên rijêma Esed de rizgar bike.
Û daxwaz ji serkirdeyên siyasî yên cîhanê kir ku rêyên siyasî û danûstandinî ji bo rizgarkirina bêhtir ji 130 hezar girtiyên di zîndanên Esed de re bibînin, û bal kişand ser ku divê çalakvanên sivîl ên guhdanê bi dosya girtiyan dikin, piştgiriya çi tevgera di vî warî de hebe bikin, çi bi awayê siyasî be an danûstandinî be,.
Û Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan di Kombenda Azadîxwazên Horanê de, 126 qurbanî ji xelkê parêzgeha Deraa yên ku di bin îşkenceyê de di zêndanên rijêmê de canê xwe ji dest dane tomar kirine, ji roja ku rijêmê di tîrmeha 2018an de parêzgeh xistiye bin kontirola xwe ta çirîya pêşîn ya bûrî.
Û rapora Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ya ku di destpêka vê heyvê de hatiye derxistin, got ku rijêmê bisedan welatiyên ku ji adara 2011an de kuştine di nav dosyayên miryan de di tomargeha sivîl de tomar nekirine, û wê bi awayekî hovane belgeyên mirinê kontirol kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî