Mangirtineke berfireh îro sêşemê li bazara bajarê Minbicê li gundewarê rojhilatê Helebê pêk hat, wek nerazîbûnê ji rewşa aborî ya xerab û kiryarên çekdarên PYDe yên terorîst û helmetên leşkerkirinê yên ku li vê dawiyê li dijî xortên bajar û bajarokan pêk anîne.
Û Medyaya xwecihî û çalakvanin bajêr gotin ku bajar di rewşek pûçbûna tam de ye, û xwediyên dikanan û sivîlan bangên mangirtinê bicî anîne, tevî gefên ji hêla wan milîsên terorîst ve.
Û di heyama salên bûrî de xelkê bajarê Minbicê hejmarek ji mangirtinan li dijî binpêkirinên milîsên PYDe yên terorîst pêk anîne, û gelek qurbaniyên sivîl di xwepêşandanan de bi destê endamên wan milîsan hatine kuştin.
Û Razgirê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku tawanên berdewam ên milîsên terorîst ên PYDe dermafê sivîlan li deverê pêk tên, û ji hemû cîhanê re eşkere bûne, diçespînin ku ew rêxistineke terorist e, û bi awayekî rojane weke rijêma Esed û rêxistinên terorîst yên dîtir tev digerin.
Û tekezî li ser pêwîstiya tevgereke navdewletî ji bo rawestandina van tawanên li dijî gelê deverê kir, û cext kir ku mayîna deverê bi vî rengî bê destwerdan dê bibe sedema pêkanîna tawanên zêdetir dermafê sivîlan, ya heye ku bibe sedema teqîna rewşê li deverê.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî