Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, beşdarî di paneleke lêkolînî de kir, ji aliyê Enstîtuya Lêkolîn û Pêşxistinê ya Kurdî li parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê “Derbarê milmilaneya di nav NATO û Ewrasya de li Rojhilata Navîn” û bandora wê li ser dosyayên deverê û di nav de dosya Sûriyê bi amadebûna komek lêkolîner, akademîsyen û mamostayên zanîngehan li dar ketiye.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî di axaftina xwe de behsa pêşhatên dosya Sûrî li ser herdû astên meydanî û siyasî û bandora destwerdanên herêmî û navdewletî li ser kir. Û bal kişand ser ku nerîna Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê û di pêşî de her du biryarên 2118 û 2254an, ji bo gihiştina çareyeke siyasî ya dadmend a ku ewlehî û aramiyê li Sûriyê û dewletên deverê vegerîne.
Û Beşar tekez kir ku dosya Sûrî nema tenê dozeke navxweyî ye, ew bûye dozeke ku li gel dosyayên herêmî û navdewletî tevlîhev bûye û rijêma Esed berpisyar dît di ber girêdana rewşa Sûrî bi dosyin din re ji bo kursiya xwe biparêze, piştî ku daxwaza alîkariya milîsên Hizbullaha terorîst kir û di pey re ya Îranê û dawiyê ya Rusya.
Û Beşar diyar kir ku dosya Sûrî bûye dîla siyaseta navdewletî ya li ser bingeha birêvebirina qeyranan ava dibe, û vê yekê bandoreke neyînî gihand Sûriyê û sivîlên ku derdeseriyên wan bi derbasbûna demê re zêdetir bûn kiriye, di dema nebûna çareseriyeke rasteqîn a ku aramiyê li welêt vegerîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî