Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar hevdîtin bi hejmarek ji penaberên Sûrî re li kampa Basirme li Hewlêra paytexta Herîma Kurdistana Îraqê pêk anî, û semînarek li kampê li dar xist, bêhtir ji sed kesî lê amade bû.
Û Beşar di semînarê de behsa stratîjîbûna têkiliya di navbera kurdên Sûrî û hêzên şoreş û rikberiya Sûrî de bi giştî û di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd û Hevbendiya Niştimanî de bi awayekî taybet kir, û ji kesên amade re li ser dawîtirîn pêşhatên piroseya siyasî axivî.
Û Cîgirê Serok li nerînên hin kesên amade guhdarî kir, û beşek ji komcivînê ji dozên xizmetguzarî yên penaberan û çawaniya çareserkirina wan re, çi di rêya Hikûmeta Herêmê ra be an di riya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re be, terxan kir.
Û yek ji wan hevdîtinên ku Cîgirê Serok li Hewlêrê li dar xistine, li gel girûpek ji endamên ofîsa siyasî û kadroyên astbilind ên Partiya Yekîtî ya Kurdistanî bû, tê de ronî da ser têkliyên tevgera kurdî li gel rikberiya Sûrî ji destpêka Ragihandina Şamê de, û behsa yekirina rikberiya Sûrî ji destpêka şoreşê de bi navgîniya tevgera kurdî û di pey re damezrandina Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û diyalogên wê li gel Encumena Niştimanî ya Sûrî û piştre damezrandina Hevbendiyê û beşdariya Encumena Kurd di civata damezrandinê de, û diyalogên di pey re ta dema ku Encûmen tevlî Hevbendiyê bû, axivî.
Û Beşar tekez kir ku bijardeya stratîjîk ya Encûmena Niştimanî ya Kurd ew e ku di nav rêzên hêzên şoreş û rikberiya Sûrî de û li gel daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî, rûmet û demoqrasiyê de be, û bal kişand ser ku tevgera kurdî ji roja damezirandinê di sala 1957an rikberiya rijêmên stemkar ên li pey hev hatine ser desthilatê li Sûriyê kiriye.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê şiroveyek pêşkêş kir li ser ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide karê cidî ji bo geşepêdana bakurê Sûriyê di rêya pêkanîna desthilateke hişmend û çareserkirina binpêkirinan û bacên ne rewa yên ku daxwiyaniya Hevbendiyê ya dawîn tekezî li ser wê û parastina cihêrengiya netewî û olî û çandî li deverên rizgarkirî kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî