Wednesday, 19 November 2014 00:00

Tirkiya Hişyariyê Dide Hêzên Hevpeyman Derbarî Firehbûna Tiroristiya Esed

Wek tekeziyê ji helwîsta Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştmanî ji Rojnameya Gardiyan ya Birîtanî re dema got: ketwariya rewşa Sûriyê gumanekê li bal Sûriyan çêdike ko” Hevpeymanî û Hêzên Esed di heman aliyî de kar dikin.”

Mewlûd Cawîş Oxlo wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê hişyarî da ji metirsiya firehbûna tiroristiya Esed di bin sîbera lêdanên Hevpeymanan û got:

 “Hêzên Esed ew in yên valahiya ko Daiş li pey xwe dihêle dadigir in, wek encam ji êrîşên Hevpeymanan yên asmanî re, û li ser kesekî neveşartiye ko tu cudahî di navbera Daiş û Esed de nîn e her du jî sivîlan dikujin.”

Herweha Elbehra salixa istratîciya Hevpeymanê bi “nezelal e” da, û destnîşan kir ko”Hevpeyman şerê diyardeya arîşeyê dike anko rêkxistina Daişê, bê ko êrîşî bingehê arîşeyê bike anko Rêjîma Esed, û çavên xwe ji bikaranîna Firokên Esed ji Bermîlên teqîner û mûşekan re digirin, ewên li dijî Sivîlan li Helebê û li gelek cihên din bikar tên.” Mixabiniya xwe da ko Hevpeyman “Şervanên Artêşa Azad yên ko zanîna wan bi erdê heye piştguh dike, wilo jî ew Hevpeyman lawaz dibe , qezencan li ser zemînê misoger nakin, çimkî derbeyên asmanî bi tena xwe serkeftinê bidest naxin.”

Herweha Mihemed Qeddah Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî rexneya Hevpeymana Navdewletî kir di têkbirina tiroristiyê de û nepiştgiriya Artêşa Azad di beraberiya Hêzên Rêjîma Esed de yên ko hewl didin Helebê dorpêç bikin, salixê siyaseta Hevpeymanê da û got: “ne bikêrhatiye û bijartinî ye ji aliyê piştgiriyê û ji aliyê derbeyên leşkerî li ser Daişê û piştguhkirina Esed ji lêdanê.”

Herweha Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê doz li hêzên Hevpeyman kir” bizavên lezgînî bikin da Helebê ji dorpêçê rizgar bikin, da nekeve destê Esed û çi kêmasî ji aliyê Hêzên Hevpeyman ji bo parastina sivîlan û têkbirina tiroristiyê bi hemû cûreyên wê, ewê baweriya xwe li pêş miletê Sûrî têk bibin.”   

Jêder: Hevbendî

Home Nûçe Nûçeyên Navnetewî Tirkiya Hişyariyê Dide Hêzên Hevpeyman Derbarî Firehbûna Tiroristiya Esed